Berxwedana greva birçîbûnê di roja 233'yan de ye

  • 09:05 17 Tîrmeh 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafan hatiye destpêkirin di roja 233'yan de didome.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîda ku li Girtîeha Tîpa F a Îmraliyê 22 sal in berdewam dike û li dijî binpêkirinên mafan di 27'ê Mijdara 2020'î de bê dem û dorveger hatibû destpêkirin di roja 233'yan de ye. Berxwedan bi koma 47'emîn didome.  
 
Çalakî li Yewnanistanê di roja 195'an de ye 
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Ev çalakî di roja195'an de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.