'Tiştek bi hevjînê min bê berpirs îdareya girtîgehê ye'

  • 09:03 17 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
WAN - Semra Gumuşlu bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê û got hevjînê wê Yaşar Gumuşlu yê li Girtîgeha Tîpa H ya Erziromê girtiye, bi mirinê hatiye tehdîdkirin û daxuyand ku tiştek bê serê hevjînê wê îdareya girtîgehê berpirs e.
 
Bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîbûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di  27’ê Mijdara 2020’î de girtî ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger. Grev ket roja 233’an. Lê rayedar bêdengiya xwe diparêzin.
 
'Tiştek bi hevjînê min bê berpirs îdareya girtîgehê ye'
 
Jina bi navê Semra Gumuşlu, diyar kir ku hevjînê wê Yaşar Gumuşlu li Girtîgeha Tîpa H ya Erziromê girtiye û du roj berê hevdîtina telefonê pêk anîne û diyar kiriye ku îdareya girtîgehê ew bi mirinê gef lê xwariye. Semrayê daxuyakirin ku hevjînê wê 15 sal in girtî ye û gelek caran lêdan xwariye û wiha dirêjî dayê: “Ji ber mafê xwe parast niha girtiye. Bi hezarna kurd ji ber vê di zindanan de ne. Her tim bi talîmata îdareya girtîgehê îşkence li hevjînê min tê kirin. Bi gotina ‘em ê te darve bikin’ hevjînê min tehdîd dikin. Tiştek bi hevjînê min bê berpirs îdareya girtîgehê ye.”
 
‘Em tên mexdûrkirin’
 
Semrayê bi lêv kir ku grev 8 meh in didomin û girtiyan nabin nexweşxaneyan, hewcedariyên wan ên wek rojname û kovar nadinê û wiha dirêjî dayê: “Li hundir girtiyan mexdûr dikin li derve jî me mexdûr dikin. Ev du sal in ji ber aboriyê nikarim biçim hevdîtinê. Du zarokên min hene. Ez di kirê de me. Ez tiştekî naxwazim. Yekane daxwaza min sererastkirina şertên girtiyan e. Divê em xwedî li daxwazên girtiyan derkevin.”