ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
- 09:00 17 Tîrmeh 2021
- Rojev
*Di doza ku xizmên zarokekê, Fîkret Ertogan û Tuna Ertogan êrişa zayendî lê kir de, îstînafê biryara berata ku dadgeha herêmî ji bo gumanbaran dîtîbû, di cih de dît.
*Parlametnera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum der barê lingê kampanyaya ‘ji xizaniya jinê re na’ ya Marmarayê de axivî û da zanîn ku hedefa wan ev e ku zemînek rêxistinê ava bikin û got: “Divê xeyala jiyeneke nû ya ku xizaniya jinê ji holê radike bê hûnandin. Em jin dikarin vê bikin.”
*Semra Gumuşlu bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê û got hevjînê wê Yaşar Gumuşlu yê li Girtîgeha Tîpa H ya Erziromê girtiye, bi mirinê hatiye tehdîdkirin û daxuyand ku tiştek bê serê hevjînê wê îdareya girtîgehê berpirs e. DÎMEN HEYE