Çalakvanên Mexmûrê: Ji bo rêbertiya xwe em ji her tiştî re amade ne

  • 13:05 16 Tîrmeh 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, di roja 211’an de didome.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 106’an di roja 211’an de berdewam dike. Çalakiya ya li Mexmûrê hatiye destpêkirin, her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî tê ziyaretkirin û ji çalakvanan re moral tê dayîn. 
 
Li ser navê kesên ku hatine serdana çalakvanan Robar Sipîndarokî axivî û got: “Em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Roja ku qedera Kurdan li zindana Amedê diyar bû, rêbaza berxwedana Gelê Kurd jî di pêşengtiya Rêber Apo û hevreyên wî de diyar bû. Cara yekem serhildana ku li bakûrê Kurdistanê hat destpêkirin. Li zindana Amedê piştî çalakiya di pêşengiya  Kemal, Xeyrî û hemu hevalên wî de; dewtleta Tirk fêm kir ku têkoşîna PKK’ê ji hemu serhildanên din ên hatine jiyîn cûdatir Ew biryareke pir bi wate, di wext û dema xwe de bû. Ew biryar bû sedema tayînkirina qedera Gelê Kurd. Weke hevalê Xeyrî gotî ew ne deyndarê gel e û îro yên mayî deyndarê wan in. Wan dîrok nivîsandin, dijminê bêbext bejna xwe li hemberî wan tewand. Rêz ji wan re girt, nekaribû bi wan, li dadgeha Amedê li hemberî wan çok danî. Rêhevalên me li wê derê bi ser ketin. Ji ber vê jî weke çalakvanên ku îro li ser xeta wan dimeşin hûn di çalakiyê de ne. Her rojekê wekê îro ji bo Gelê Kurd manîfestoyek û serkeftin e. Em hêvidar in ku ev koma çalakiyê ya dawî be da ku em bigihîn serkeftinê. Serkeftin ji we re.”
 
Li ser navê çalakvanên gireva birçîbunê jî Fadîle Pîranî  xêrhatina gel kir û  wiha got: “Em bi navê koma 106’emîn xêrhatina kesên ji semta Şehîd Rûbar dikin. Çalakiya me ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertî û azadbûna Rêbertî ye. Heta bidestxistina azadiya Rêbertî çi j ji me tê xwestin em ê bikin. Rihê me jî be, em ê di vê dozê de bidin. Em cenga Avaşîn, Metîna û Zap’ê pîroz dikin. Cardin em xêr xatina we dikin.”