Parêzeran îtîrazî girtina rojnamegeran kir

  • 15:07 16 Cotmeh 2020
  • Rojane
WAN - Parêzeran îtîrazî girtina Nûçegîhana me Şehrîban Abî û 3 hempîşeyên wê yên ku hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin kirin.
 
Li navçeya Wanê ya Şaxê nûçegîhana me Şehrîban Abî, rojnameger Nazan Sala, nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ugur, ji ber ku nûçeya du kesên hatin binçavkirin û piştre jî ji helîkopterê hatin avêtin ku yekî ji wan jiyana xwe ji dest da û yê din jî bê bîr ma şopandin hatin binçavkirin û piştre jî di 9'ê Cotmehê de hatin girtin. 
 
Parêzeran îtîrazî girtina rojnamegeran kriin û gotin, " Tu delîlekî şênber derbarê ku "endamên rêxistinê ne" tune ye, axaftinên wan ên bi telefonê û nitên ku girtine jî derbarê xebatên wan ên rojnamegeriyê de ne."