Ji TUHAY- DER û xizmên girtiyan banga hestiyariyê

  • 09:13 16 Cotmeh 2020
  • Rojane
WAN - Xizmên Girtiyan û TUHAY -DER'ê li dijî binpêkirinên mafan banga hestiyariyê kirin û gotin," Li Girtîgheha Panosê ya Tîpa L ji ber binpêkirinên mafan du girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Ger ku daxwazên girtiyan neyên bicihanîn dê hejmara miriyan zêde bibe." 
 
Li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê binpêkirina mafan zêde dibe, ji ber şert û mercên ne guncav ên li girtîehê du girtiyên ku dermankirina wan nehat kirin jiyana xwe ji dest da. Herwiha dermankirina ji ber korona vîrusê jî berdewam dike lê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê û derman nakin. Derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan xizmê girtiyan û Komeleya Piştvaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUHAY-DER) banga hestiyariyê kir.
 
'Tu girtîgeh ne wekî ya Panosê ne'
 
Xizma girtiyê bi navê Yakup Turgut ê ku bi cezayê muebeta giran hat cezakirin û li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê dimîne Hayriye Turgut, got, "Tiyê min 16 sal e girtîgeh bi girtîgeh digerînin. Herî dawî ku bi telefon bi me re axivî diyar kir ku ew li girtîgeha Panosê ye û got, 'Tu girtîgeh wekî vê girtîgehê nînin. Zext li vêderê zêdetirin'."
 
'Xwarina ji bo kesekî li 10 kesî belav dikin'
 
Hayriyeyê diyar kir ku ji ber cezayê disîplînê ku tê dayîn û qedexeya hevdtîina vekirî ew demek dirêj e nikarin biçin serdanê û bi hinceta pandemiyê serdana wan tê astengkirin. Hayriyeyê got ku du sal e ava germ nadin girtiyan , ava vexwarinê jî ya serebê didin wan û wiha berdewam kir, "Xarina ji bo kesekî li 10 kesî belav dikin. Ji kantînê jî bi sînor xurekê dikarin bistînin."
 
'Herî dawî pênûsên girtiyan jî desteser kirine'
 
Hayriye got ku lêgerîn bi awayekî rûtîn tên kirin û di dema lêgerînê de her carê bîst-sîh  gardiyan û leşeker dikevin qawîşan. Hayriyeyê anî ziman ku dam girtî îtîraz jî dikin cezayê qedexeya hevdîtinê didin wan û wiha berdewam kir, "Pirtuk, defter, rojname û heta bi pênûsên wan tên desteserkirin. Li girtiyên Girtîgeha Panosê hemû tişt hatiye qedexekirin. Girtî dibêjin ku ew tenê semawerê çayê bi kar tînin lê mehê 4 sed -5 sed heqê ceryanê ji wan digirin. Girtî dixwazin ku li gorî qanûnê bi wan re têkilî bê danîn. Ez bang li wezîrê dadê û rayedaran dikim ku ji bo gitiyan bikevin tevgerê."
 
'Di nav xwarinê de poşt û di nav avê de jî kurmik hene' 
 
Hevseroka TUHAY- DER'ê Kudret Temel jî, diyar kir ku di demên dawîn de xizmên girtiyên li Girtîgeha Panosê ya Tîpa L ji ber binpêkirinên mafan gelek serlêdan kirin.  Kudretê anî ziman ku van binpêkirinên mafan di raporên Baro, Komîsyona Girtîgehan, Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) û gelek saziyên ku ji bo girtîgehan lêkolînê dikin de jî cih girtine. Kudretê wiha berdewam kir, "Di xwarina didin girtiyan de ji parçeyên poştan bigirin gelek madeyên cuda hene. Herî dawî jî li gorî ragihandina malbata girtî Vahdetîn  Sari jî hat ragihandin ku ger şert û merc li girtîgehê neguherin kes zêde bimirin. Malbat dixwazin ku şert û merc li girtîgehê demildest bên başkirin." 
 
‘Di du mehên dawîn de 2 cenaze hatin derxistin’
 
Kudretê diyar kir ku xeteriya pandemiyê berdewam e, herî zêde jî girtî di xeterê de ne û wiha axivî, "Li girtîgehan gelek kesên ku testa wan a koronayê pozîtîf derketine hene.  Velî Orhan ji ber koronayê li nexweşxanê tê razandin. Sadullah 75 salî, Nazim Selen, Fîlît Tîltay 70 salî ne, nexweş in û nabin nexweşxaneyê.  Herwiha herî dawî jî du nexweşên ku nexweşiyên wan ên kronîk hebûn û nexweşên giran bûn jî di du mehên dawîn de jiyana xwe ji dest dan. Ev binpêkirinên mafan ên li hember girtiyan nayên qebûlkirin." 
 
Kudretê herî dawî banga hestiyariyê li raya giştî kir û got, "Ez bang li rayedaran dikim ku peywira ji bo girtîgehan dikeve ser milên wan bi cih bînin û bi berpirsiyarî tevbigerin."