ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2021'ê

  • 09:00 16 Cotmeh 2020
  • Rojev
*Jinên Mexmurê qedexekirina hevdîtina parêzaran û ya bi telefonê ku 6 mehan ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan hat raginandin şermezar kirin û gotin:” Divê herkes xwe ji parastin  û îdolojiya Rêber Apo berpirsyar bibine û armanca xwe ya sereke bikin azadiya Rêber Apo ya fizîkî.” DÎMEN HEYE
 
*Derhênera li Londrayê dImîne Bariş Celiloglu di pêvajoya karantînayê de zêdebûna tundiya di hindirê malê de û bi giştî ku li ser jinê tê kirin kir mijar û projeya şanoya bi rêya dîjîtalê a bi navê “Karantîna û zindan” da destpêkirin.
 
*Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca bertek nîşanî peymana di navbera hikûmetên Bexda û Hewlêrê de hatî îmzekirin da û diyar kir ku biryarek siyasî ye û bi daxwaza Amerîka û Tirkiyeyê amadekirin. Feleknas, got: "Dewletên netew îro bi bêdengiya xwe komkujiyek din re rê vedikin, lê divê bê zanîn em rê nadin fermanek din." 
 
*Hemşîreya Nexweşxaneya Covid 19, Felek Haydar, bal kişand ser belavbûna Vîrusa Koronayê û wiha got: "Divê tedbîrên baş li hemberî Vîrusa Koronayê bên girtin da ku em jiyana xwe û ya derdorê biparêzin." DÎMEN HEYE
 
* Endama Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Helebê, Fadîle Hesen Mihemed di derbarê Yekrêziya Kurdî de nêrînên xwe anî ziman.  Fadîleyê da zanîn ku dê yekîtî serkeftina herî mezin nîşan bide û wiha got: "Yekîtiya Kurdî bingeha çareserkirina pirsgirêkan e, ji bo wê Yekrêziya Kurdî li hember dagirkeran bersiva herî mezin e." DÎMEN HEYE
 
*Siyasetmedarên jin ên herêma Efrînê bal kişandin ser qirkirina siyasî ku ji aliyê hikûmeta AKP û MHP'ê ve tê meşandin û wiha gotin: "Dewletên desthilatdar ji bo ku berjewendiyên xwe bi cih bînin qirkirinên siyasî, civakî û çandî pêk tînin. Di sedsala 21'an de jî qirkirina siyasî ji aliyê dewletên hegomonîk ve derdikeve pêş."  DÎMEN HEYE
 
*Ji SAKUDA'yê Berîn Erturk da zanîn ku ji bo mirov xwe bigihêjîne xurekên baş divê jin vegere rola xwe ya berê ya di qada cotkariyê de û da zanîn ku divê hemû jin li dijî cotkariya endustiriyel xurekên xwe bi xwe pêde bikin. DÎMEN HEYE
 
*Xizmên Girtiyan û TUHAY -DER'ê li dijî binpêkirinên mafan banga hestiyariyê kirin û gotin," Li Girtîgheha Panosê ya Tîpa L ji ber binpêkirinên mafan du girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Ger ku daxwazên girtiyan neyên bicihanîn dê hejmara miriyan zêde bibe."  DÎMEN HEYE
 
*Îro li Şehbayê ew ê Mîhrîcana Amara dest pê bike. (10.00)
 
*Ew ê bi pêşengiya Kongreya Star li Helebê meş bê lidarxistin (16.00)
 
*Ew ê îro li Hola Beylesan a Amûdê kongreya yekem a Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê dest pê bike. (09.00)
 
*Odeya bijîşkan ya Mêrdînê wê di derbarê şewba koronoyê û li ser xebatên tendirustiyê li avahiya KESK'ê daxuyaniya çapemeniyê bide (12.30)
 
** Meclîsa Jinên HDP'ê ya Şirnexê û TJA, bi minasebeta 8'emîn salvegera  avabûna partiya xwe HDP'ê wê şahî li dar bixin.(13.00)