Pêşbirka zarokan bi dayina xelatan bi dawî bû

  • 08:25 16 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Pêşbirka zarokan a bi navê nivîskarên pêşerojê bi dirûşma "Şitlên îro, darên sibehê" di 16'ê Îlonê de dest pê kiribû, bi belavkirina xelatan û bi şahiyê bi dawî bû.
 
Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê di 16'ê Îlonê de pêşbirka zarokan a bi navê nivîskarên pêşerojê bi dirûşma "Şitlên îro, darên sibehê" dabû destpêkirin bi xelatan û bi şahiyekê bi dawî bû. Di belavkirina xelatan de malbatên zarokan, endamên sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Şahî li navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê Hevseroka Kantona Qamişloyê Nezîra Gewriyê xêrhatine kesên amade kir û wiha got: "Ez îro li vê derê bi rêya xweşikbûna çavên zarokan, pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibînim. Şoreşa me rojên dîrokî dinivîsîne û îro jî bi rêya çand û hunerê em şoreşa xwe bi pêş ve dibin. Tevlîbûna zarokan a ji bo vê pêşbirkê şitlên daran yê ku ji nû ve dibişkive û mezin dibe diyar dike. Hêviya me ew e ku malbat ji bo pêşeroja zarokên xwe piştgiriya zarokên xwe bikin."
 
Paşê Koma Govendê ya Til Hemîs govend û stranên xwe pêşkêş kirin. Her wiha zarokên ku di pêşbirkê de cih girtibûn hatin xelatkirin.
Têkildarî pêşbirka zarokan Endama Komîteya Pêşbirkê Neîma Murad wiha got: "Me di vê salê de pêşbirka zarokan a yekemîn li bajarê Qamişloyê li dar xist. Ji ber Vîrusa Koronayê em hinekî dereng man. Zarokên ku tevlî pêşbirkê bûn temenê wan ji 10 salî dest pê kir heta 18 salî. Her wiha me li gorî temenê zarokan û li gor xwesteka wan pirtûk ji wan re şand. Her wiha me 15 roj ji wan re diyar kir ku pirtûkê bixwînin. Piştî 15 rojan me dest bi pêşbirkê kir. Me di pêşbirkê de 3 pêngav da destpêkirin. Ya yekem me pirtûka ku dane zarokan li gor pirtûkê me pirs ji wan kir. Di pêngava duyem de me pirsên devkî ji wan kir û di pêngava sêyem de jî  me ji zarokan çîrok, xeyal yan jî helbest daxwaz kir û wan jî nivîsandin.  Paşê komîte ji nava wan çîrok, xeyal û helbestan zarokan hilbijartin û îro jî me bi şahî û xelatkirinê pêşbirka xwe bi dawî kir. Her wiha wê ev pêşbirk her sal bê lidarxistin."