Dê bersûcê tecawizê Mûsa Orhan bi SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bibe

  • 16:01 15 Cotmeh 2020
  • Rojane
SÊRT - Ew ê yekemîn rûniştina doza Mûsa Orhan a ew ê bê darizandin sibehê bê dîtin. Hat hînbûn ku ew ê Mûsa Orhan bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bibe. Her wiha ew ê gelek rêxistinên jinan ji bo şopandina rûniştinê bên Sêrtê. 
 
Ew ê yekemîn rûniştina Mûsa Orhan ê tecawizî Îpek Er kir û bû sedem ku Îpek xwe întihar bike sibehê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bê dîtin. Ew ê parêzerên malbatê yên Îpek Er jî di rûniştinê de amade bin. Ew ê sibehê Mûsa Orhan li edliyeyeke Enqereyê bi SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bibe. 
 
Ew ê Komeleya Hiqûqansên Azad  (OHD), Navenda Mafên Jinê ya Baroya Amedê, Baroya Êlihê, Baroya Sêrtê, Komeleya Jinê ya Rosayê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek rêxistinên jinan ew ê ji bo şopandina rûniştinê biçin Sêrtê.