Jinan ji bo doza Îpek Er bang kirin

  • 10:29 15 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - Jinên HDP'yî û TJA'yî berî rûniştina Çawişê Pispor Mûsa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir bû sedem ku Îpekê xwe întihar bike banga xwedîderketina dozê kirin. Jinan gotin:"Em bi hemû jinan re ji bo vê dozê bên gel hevdu. Heta Mûsa Orhan bê girtin ew ê têkoşîna me dewam bike."
 
Ew ê yekemîn rûniştina doza Çawişê Pispor Mûsa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er a li Êlihê dijiya kir û bû sedem ku Îpekê xwe întihar bike, sibehê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bê dîtin. Jinan berî doza Mûsa Orhan ê ku hat girtin û piştî hefteyekê serbest hat berdan banga xwedîderketina li dozê kirin.  
 
'Em dengê xwe bilind bikin'
 
Aktivîsta TJA'yê Emîne Kaya bang kir ku sibehê jin beşdarî rûniştinê bibin û wiha got:"Ji bo bersûc bê cezakirin em ê têbikoşin, çi ji destên me bê em ê bikin. Ev bûyerên bi vî rengî yên li vê herêmê diqewimin ne tesaduf in. Loma hemû kesên xwedî wicdan in ez bang wan dikim. Doza Îpek Er a me hemûyan e. Îro Îpek Er bû sibehê dibe ku em jî bin. Loma divê em dengê xwe bilind bikin û em beşdarî rûniştinê bibin."
 
'Doza Îpek Er a me ye'
 
Endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Rûken Yalavuz diyar kir ku ji ber bersûcên tecawizê li derve ne loma jin di nava tirsekê de ne û wiha got:"Divê jin sibehê li dadgehê bin. Em jin dikarin hevdu bi hêz bikin. Em ê jin dawî li tecawiz, destdirêjî, tundiyê bînin. Doza Îpek Er a me ye."
 
'Em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî rûniştinê bibin'
 
Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Esengul Kiliç, anî ziman ku kî dibe bila bibe kesên tecawizkar divê bên cezakirin û wiha got:"Ew ê Mûsa Orhan nikaribe xwe li dû ûniformaya xwe veşêre. Daxwaza hemû jinan e ku Mûsa Orhan bê cezakirin. Polîtîkayên îktidarê dibe sedema bêcahiştina Mûsa Orhan. Loma em ê sibehê li Sêrtê bin û em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî doza sibehê bibin." 
 
'Em dixwazin Mûsa Orhan bê girtin'
 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Merve Mutlu da zanîn ku darizandina Mûsa Orhan ji bo hemû jinan gelekî girîng e divê hemû jin beşdarî rûniştina sibehê bibin û wiha got:"Em dixwazin Mûsa Orhan demildest bê girtin. Em ê wekî jinên ciwan sibehê beşdarî rûniştinê bibin. Em ji bo Îpek Er banga piştevaniyê dikin."
 
'Em dev ji dozê bernedin'
 
Endama Meclîsa Şaredariya Yenişehirê ya HDP'yî Ronda Bat banga beşdarbûnê ya rûniştinê ji bo jina kir û wiha got:"Sedema berdana Mûsa Orhan polîtîkayên bêcahiştinê yên dewletê ne. Em dev ji dozê bernedin. Wekî do îro jî em ê li gel Îpek Er bin. Ev doza doza hemû jinan e. Tehemula me li dijî qetilkirina jinan êdî nemaye."