Evîn Paşo: Gaveke piratîk li dijî sûcên şer nehat avêtin

  • 09:03 27 Sibat 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî-Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Paşo Zagona Qeyser û geşedanê li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê nirxan. Evînê diyar kir ku hewildana pêkanîna Zagona Qeyser a 9 sal şûnde di heman demê de tê wê wateyê ku Emerîka dixwaze kontrola xwe ya li ser Sûriyeyê zêde bike û wiha got:"Ne tenê qetilkirina sivîlan û qutkirina ling û destên wan, qetilkirina siyasetmedara jin Hevrîn Xelef, dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî û koçberkirina gelê wê yê resen a ji aliyê dewleta tirk ve jî sûcên şer e û pêwîst e ku ew jî baş were dîtin û derbarê wê de dewleta tirk jî were cezakirin."
 
Di sala 2014'an de yek ji endamên ragihandina leşkerî ya Rêjîma Sûriyeyê ji hêza Sûriyeyê veqetiya. Her wiha 55 hezar wêne ji kesên di zindana rêjîmê de di bin îşkenceyan de hatin qetilkirin, ji dewletên navneteweyî re pêşkêş kir. Ev kes navê xwe wekî Qeyser da nasîn da ku nasnameya xwe nede eşkerekirin. Lewma navê Zagona Qeyser hat lêkirin ku Rêjîma Sûriyeyê were cezakirin. Lê ev zagon nehate çalakkirin. Piştî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Parlamentoya Giştî ya Emerîkayê li ser Zagona Qeyser nîqaş da meşandin û ji bo pêkanîna wê gavên erênî hatin avêtin. Endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Paşo hem derbarê Zagona Qeyser hem jî derbarê geşedanên dawî yên li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê de nirxandin kir. 
 
'Dewletên navneteweyî Rojhilata Navîn kirin navenda şer' 
 
Evînê wiha got:"Sîstema netew dewlet ku li Ewropayê hatiye pêşxistin, bi demê re xitimandinek di navbera têkiliyan de ava kir. Sîstema netew dewlet ku li Ewropayê hatiye pêşxistin li Rojhilata Navîn ji bo berjewendiyên xwe nahêle ku kaos bi dawî bibe. Bi vê kaosê şerê di navbera sunî û şiîyan de her wiha di navbera ola îslamê û xirîstiyanan de jî her li pêş ket. Bi van şer û nakokiyan xwestin ku gel bi pirsgirêkên navxweyeyî re mijûl bibin û ji fikirandina azadiya kesayetî dûr bikevin. Dewletên navneteweyî Rojhilata Navîn kirin navenda şer."
 
'Gaveke piratîk li dijî sûcên şer nehat avêtin'
 
Evînê diyar kir ku derbarê sûcên şer de bertekên lawaz tenê hatine nîşandan û wiha dewam kir: "Bi taybet li ser axa Sûriyeyê şerekî siyasî di navbera Emerîka û Rûsyayê de li ser parvekirina axa Sûriyeyê çêbû û heta niha jî berdewam dike. Ev 9 sal zêdetir şerê li Sûriyeyê ranewestiyaye. Gelê ku di bin topbarana Rûsya û Rêjîma Sûriyeyê de hatin qetilkirin, mecbûr man ku koç bikin. Bi hezaran jin û zarok bi koçberiyê re rû bi rû man. Beşeke mezin ji ber şer organên laşê wan dihatin dizîn. Gelên ku bi madeyên kîmyasalê xeniqîn, birîndar bûn û şewitîn. Ev hemî jî ji aliyê rêxsitinên mafê mirovan û hin saziyên din tenê bi daxuyaniyan dihatin şermezarkirin. Gaveke piratîk li dijî sûcên şer nehat avêtin. Ev helwest hîn jî dewam dike. "
 
'Qetilkirina Hevrîn Xelef, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî yek ji sûcên şer in'
 
Evînê qetilkirina Hevrînê, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî wekî sûcên şer pênase kir û wiha dewam kir: "Ne tenê qetilkirina sivîlan û qutkirina ling û destên wan, qetilkirina siyasetmedara jin Hevrîn Xelef, dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî û koçberkirina gelê wê yê resen a ji aliyê dewleta tirk ve jî sûcên şer e û pêwîst e ku ew jî baş were dîtin û derbarê wê de dewleta tirk jî were cezakirin."
 
'Dewletên navneteweyî dîsa di destpêkê de berjewendiyên xwe difikirin'
 
Evînê bal kişand ser Zagona Qeyser û wiha pê de çû: "Çima ne berî 9 salan çima nû Emerîka û NY Zagona Qeyser li ser cezarkirina kesên ku destê wan di herikandina xwîna gelê Sûriyê de hebû, îmze dikin? Ev tê wê wateyê ku Emerîka dîsa dixwaze ku hebûn û siyaseta xwe ya Sûriyeyê, piştî vekişîna ji gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xurt bike û destên Rêjîma Sûriyeyê û Rûsyayê her wiha hebûna Îranê li Sûriyeyê qels bike. Her wiha dewletên navneteweyî dîsa di destpêkê de berjewendiyên xwe difikirin. Divê ji bo bikaranîna Zagona Qeyser derengî çêneba. Divê ev zagon di dema xwe de bihata çalakkirin."
 
Evînê peyamek ji rêxistinên mafê mirovan re bi rê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Da ku dîsa dîrok we bi rûreşiyê nîşan nede bi erkê xwe yê exlaqî û wîjdanê rabin. Li dijî kiryarên li ser gelê Sûriyeyê taybet ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng nemînin."