Şêrîn Reşîd: Windakirina çandê, windakirina civakê ye

  • 09:01 27 Sibat 2020
  • Rojane
Ferîda Zade
 
ŞEHBA - Ji Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê Şêrîn Reşîd, derbarê parastina çandê de anî ziman ku ger ew çandê neparêzin ew ê ji gelek nirxên xwe yên civakî bibin û wiha got:: “Civak bi çanda xwe ve tê nasîn, windakirina çandê windakirina civakê ye. Parastina çandê di aliyê fikir de girîng e û pêwîst e.”
 
Her civakeke bi çand û hunera xwe tê pênaskirin, ji bo parastina civakê ji qirkirinê parastina çandê pêwist  e. Çand girêdanek wê ya girîng bi kevneşopiya civakê re heye. Ji bo tunekirina civakekê, dijmin her çand û hebûna wê civakê, hedef digire. Têkildarî mijarê ji Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Efrînê, Şêrîn Reşîd nixandin kir.
 
‘Çand bi avakirina mirovahiyê re derketiye pêş’
 
Şêrînê bal kişand ser girêdana çandê ya bi bîrdoziyê re û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Girêdaneke kevnar di navbera çand û fikir de heye. Ji destpêka avakirina mirovahiyê ve çand  hatiye avakirin. Her mirovek di aliyê fikir de ji  dema civaka xwezayî ve hewil dide, xwe pêş bixe û bi xwe re afirîneriyan ava dike. Bi rêya fikir jî mirov dikare xwe bêhtir pêş bixe. Dema mirov behsa çandê dike, dîrok tê bîra mirovan, ji ber ku çand girîdayî dîroka mirovahiyê ye.”
 
‘Windakirina çandê, windakirina civakê ye’
 
Di nava gotinên xwe de Şêrînê qala beşên çandê kir û wiha pê de çû: “Du beş ji çandê hene, çanda madî û çanda manewî Çanda madî li gor zihniyeta desthildaran û baviksalariyê tê bikaranîn, yanî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe ya kesayetî. Çanda manewî jî her di civakê de hatiya parastin û heta roja me ya îro didome. Her civakek bi çanda xwe tê nasîn ji ber ku nasnameya civakê çand e. Windakirina çandê windakirina civakê ye. Heta roja îro jî Gelê Kurd çanda xwe ji helandinê  parastiye. Erka ku dikeve ser milê civakê ew e ku parastina hebûn û çanda xwe bikin.”
 
‘Parastina çandê di aliyê fikir de pêwist e’
 
Şêrînê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di dîrokê de civaka Kurd civakeke kevnar e. Dîroknas û lêkolînvanên cîhanê jî ev yek bi rêya lêkolînên xwe isbat kirin. Her dijmin dixwazin bi rêya êrîşan çanda me tune bikin, ji ber ku di dîrokê de çanda kurdan kevnar e û kurdan parastina çanda xwe ji qirkirinê kirine. Divê em jî xwedî li ziman, hebûn û nasnameya xwe derkevin. Dema êrîş li ser çandê çêdibe, pêwîst e gel xwe li derdora çanda xwe kom bike û girêdanekê di nava gel de bide avakirin. Ji bo ku tu êrîş nikaribe çanda vê civakê tune bike. Ev yek jî di aliyê fikir de pêwîst e were kirin.”
 
‘Jinê parastina ziman û çanda xwe kir’
 
Şêrînê wiha dawî li gotinên xwe anî: ”Bi rêya stran, helbest û çîrokan dayikan çanda xwe zindî hiştin. Parastina çandê ji bo civakê bi giştî nirxek e. Em bi hêvî ne her mirovek çanda xwe biparêzê.”