Rêveberiya jinê ya herêma Dêrezorê çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê bi daxuyaniyekê eşkere kir

  • 19:10 26 Sibat 2020
  • Rojane
DÊREZOR - Bi dirûşmeya ”Bi rihê şehîd Hevrîn, bêhna yasemîna 8’ê Adarê difûre” Rêveberiya jinê a herêma Dêrezorê çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê bi daxuyaniyekê eşkere kir.
 
Li Herêma Dêrezorê Rêveberiya Jinê çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re parve kir. Daxuyanî li pêşiya navenda Rêveberiya Jinê bi beşdarbûna endamên sazî û rêxistinên jinê û meclîsa herêmê yên xeta Rojava û Rojhilatê Dêrezorê, hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya jin ya Meclîsa Zagonsaz Melek El-Rebah ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Bi navê jinên Derazorê çalakiyên xwe yên 8’ Adarê  em îlan dikin. Piştî tariya koletiyê û salên zehmetiya ku jinê jiyaye, va ye îro jin li Dêrzorê cilên koletiyê ji ser xwe davêje û bejna xwe bi rengê azadiyê dixemilînin. Jin îro di sala 3’emîn de li Dêrezorê cejna xwe pîroz dike, bi destkeftî û têkoşîna xwe armancên xwe mayinde dike û digihêje azadiyê. Me têkoşîna xwe bi azadiyê xemiland û berxwedaniya xwe bi nîşana serkeftinê re bilind kir. Me bi hev re dest pê kir , bi hev re ava kir û bi hev re em ê roniya rojê ji nû ve biafirînin. Tenê ji bo me ne 8’ê Adarê wê cejin be, divê rojên jin hemû şahî û cejina jinan be. Em ê ji bo doza azadiya jinê têkoşîn bikin û destkeftiyên xwe biparêzin. Di rihê her jineke azad de wê Hevrîn hebe . Îro jin di nava civakê de rol û misyona xwe dilîze, piştî ku bi salan di nava tevgera jiyanê de hatibû windakirin û mafê wê jê hatibû girtin. Di dîrokê de jin pêşengtiya guhertina dîroka mirovahiyê kir û di nav de jî bi îradeya xwe hebûna civakan li ser piyan hişt, îro dengê jin di nava hemû qadên jiyanê de deng veda .  jin ji bo wekeheviyê û yekîtiyê xebat dike û li hember hemû astengiyan li ber xwe da ye, weke kevoka aşîriyê û yasemîna azadiyê şehîd hevrîn xelef e. Hevîn çirûska azadiya 8’ê Adarê ye, ronahî û dengê aşîtî yê. Dirûşmeya  me azadî û bexwedanê ji bo tevahî jinan. 
 
Bi destpêkirina çalakiyên xwe, em ê bi  banga na ji dagirkeriyê  re li berxwe biddin.  Bi azadiya jinê re wê roja me ya nû vejîn bibe . Tu kes nikare roja me tarî bike bi hêza me ya leşkerî û siyasî, em ê çirûska 8’ê adarê vêxin, wê azadî bibe para hemû jinan. 
 
Ji Dêrazorê ji qubleya rojê em 8’ê Adarê li jinên Dêrezorê taybet û li  tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Pîroz be ji jina Dêrazorê re a ku bejna xwe bi mafê xwe xemiland û bi azadiyê re  bedew bûye 8’ê Adarê.  Bi yasemîna hêvî û têkoşînê  wê azadî belav bûye. Her sal 8’ê adarê li jinan pîroz be.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya” bijî têkoşîna jina azad” bi dawî bû.