Weqfa Jina Azad navenda perwerdeya jinê li Sirînê vekir

  • 17:22 26 Sibat 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Weqfa Jina Azad ya Herêma Firatê navenda bi navê Arî ya perwerdeya jinê li bajarokê Sirînê,vekir.
 
Weqfa Jina Azad ya Herêma Firatê navendeke bi navê Arî ya perwerdeyê li bajarokê Sirînê vekir. Armanca vekirina navendê ji bo ku hemû jinên Sirînê fêrî zimanê Kurdî, Erebî, dirûtin, mudaxeleya yekem û kofêrî, bibin.  Di heman demê de nîqaş di derbarê pirsgirêkên civakê weke şidet, kuştin û danasîna jinê di milê aborî de xurt bibe ev navend hat vekirin. Wê di dema pêş de hin dewreyên perwerdeyên din jî bên vekirin.
 
Bi dehan jinên Bajarokê Sirînê di meresîma vekirina navendê de amede bûn. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Rêveberiya Weqfa Jina Azad ya herêma Firatê Emîne Mihemed axivî.
 
'Vekirina navenda perwerdeyê ji jinan re gaveke girîng e'
 
Emînê di destpêka axaftina xwe de balkişand ser girîngî û armanca vekirina navenda perwerdeyê û wiha got: "Beriya çend salan bajarokê Sirînê di bin koletiya çeteyên DAIŞ’ê de bûn. Di wê demê de jin tenê xizmetkarê malê bûn û mafê wê di nava tevgera jiyanê de rawestiya bû. Piştî ku bajar ji aliyê hêzên YPJ/YPG'ê ve hat rizgarkirin, êdî ronahiyek derket holê û jin ji zilma DAIŞ'ê xilas bûn. Weke Weqfa Jina Azad ya Herêma Firatê Me navendeke perwerdeyê ji jinên Sirînê re vekir. Armanca me jê ew e ku jin fêrî zimanê xwe bibin û bibin xwedî nasnameyeke azad û aboriyeke xurt."
 
Paşê navend ji aliyê Endama koordenisyona Kongar Star ya bajarokê Sirînê Hena Ehmed ve, hat vekirin.