Li Dêrikê 35 têkoşerên azadiyê yên meha sibatê hatin bibîrxistin

  • 13:10 26 Sibat 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Meclîsa Malbatên Şehîdan  a bajarê Dêrikê 35 tekoşerên azadiyê yên meha sibatê, bi merasîmekê, bi bîr xistin.
 
Meclîsa Malbatên Şehîdan û  şêniyên bajarê Dêrikê yên Kantona Qamişloyê 35 tekoşerên azadiyê yên  ku di meha sibatê de li deverên cuda di encama êrîşên li ser herêmê de jiyana xwe ji dest dane, bi merasîmeke girseyî bi bîr xistin. Merasîma bîranînê li navneda Çand û Hûnerê a Dicleyê, pêk hat. Hemû sazî û dezgehên civakî yên bajêr beşdar bûn.   
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hat kirin.  
 
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Heqî Qamişlo sersaxî ji hemû malbatên têkoşerên azadiyê re xwest û  wiha got: ”Şehîd ew in yên ku riya  azadiya me ronî kirin. Bi saya şehîdan îro em gihaştine vê asta serkeftinê. Em soza xwe li ser şopandina riya wan nû dikin û her  wê tekoşîna me dewam bike.”
 
Merasîma bîranînê bi dirûşma ”Şehîd namirin” bi dawî bû.