Jinan li Silêmaniyeyê rol û mîsyona xwe ya di rêveberiyê de nîqaş kirin

  • 12:20 26 Sibat 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jin li Silêmaniyeyê panelek li dar xistin û li ser rol û misyona jinê ya di nava sazî, rêxistin û partiyên siyasî de rawestiyan. 
 
Ji hêla rêxistina Peywendiyên Afretên Kurdistan û Odeya Aştiya Jinên Kurd a li Elmanyayê panelek hat li dar xistin. Panel li hola Lalezar a bajarê Silêmaniyeyê hat lidarxistin. Panel bi tevlîbûna nûnerên jin ên sazî û rêxistinan pêk hat. Ligel 25 nûnerên jin li her çar parçeyên Kurdistanê jî jin tevlî panelê bûn. 
 
Di panelê de jin li ser rol û mîsyona jinê ya di nava sazî, rêxistin û partiyên siyasî de sekinînin. Jin armanc dikin ku bi nîqaşên xwe bêtir di nav sazî, rêxistin û partiyên siyasî de rol bigirin. Panel dê rojek bidome.