Jinên girtî yên li Gebzeyê: Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li dijî heqîqetê ye

  • 11:49 26 Sibat 2020
  • Rojane
STENBOL - Girtiyên PAJK'ê yên Girtîgeha Girtî ya ya Jinê ya Gebzeyê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Girtiyan gotin:"
 
Girtiyên PAJK'ê yên Girtîgeha Girtî ya ya Jinê ya Gebzeyê derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin komploya di şexsê Rêberê Konfedaralîzma Demokratîk de li dijî hêvî û siberoja gelan de pêk hatiye bi serîlildana gel û şehîdan hatiye astengkirin. 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Komploya 15'ê Sibatê ya Navneteweyî êrîşa hêzên komploger a ji bo tasfiyeyê ye. Komploya di şexsê Rêberê Konfedaralîzma Demokratîk de li dijî hêvî û siberoja gelan de pêk hatiye bi serîlildana gel û şehîdan hatiye astengkirin. Zihniyeta îktidara dewlet kapîtalizmê ya ji mirinê hez dike û dixwaze civakê li gor berjewendiyên xwe bi teşe bike jî parçeyekî ji komploya navneteweyî ye. Îro em dibînin ku ji bo komplo têk biçe xeta gihaştina statuyeke azad a Gelê Kurd pêwist e. Berî her kesî divê Gelê Kurd lê bipirse ku ka çiqasîli Rêberê xwe xwedî derdikeve. Ferqiya Rêberê Konfederalîzma Demokratîk cudatiya wî ya nûnertiya heqîqetê ye. 
 
'Ev ronahî siberoja me, azadî û mirovatiya me ye'
 
Bi vê heqîqetê Rêbertî gelên cuda jî hembêz kiriye. Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li dijî heqîqetê ye. Îro li Rojava, Şengal, Başûr dixwazin ronahiya vê heqîqetê bitemirînin. Ev ronahî siberoja me, azadî û mirovatiya me ye. Parastina vê heqîqetê ne tenê peywir, pêdiviya me hemûyan e. Bi sedan rêhevalên me li dijî komployê hebûna xwe veguhertine topek agir û li dora Rêbertî bûn bazinek ji agir. Her yek ancax bi roman û destanekê bên ravekirin. 
 
'Di kesayeta rêheval Serpîl û Viyan de em em hemû şehîdên sibatê bi rêzdarî bi bîr tînin'
 
Rêhevala me Serpîl Polat a ku di 17'ê Sibata 1999'an de li Girtîgeha Sakaryayê bi dirûşma "Serokê şoreşger nayê darizandin" û dawî li jiyana xwe anî mînaka vê ye.  Hevala me jineke kurd a ji Elbîstanê ye. Rê hevala me Viyan Soran a ku li Haftanînê bedena xwe da ber agir jî diyar kirbû ku bi qasî redkirina komploya navnereweyî kesên ku li heqîqeta rêbertiyê  û xeta azadiyê wekî tê xwestin xwedî dernakevin û rêhevaltî lêpirsîn kiriye, red kiriye. Di kesayeta rêheval Serpîl û Viyan de em em hemû şehîdên sibatê bi rêzdarî bi bîr tînin." 
 
Em hemû çalakyên vê salê di serî de Meşa Enternasyonalît ku li dijî komployê hatin lidarxistin û tên lidarxistin silav dikin. 
 
Em careke din komploya navneterweyî şermezar dikin û dibêjin teqez wê mirovahî û aştî bi ser keve."