Muruvet Aslan: Mudaxele di dema wê de nehat kirin

  • 11:29 26 Sibat 2020
  • Rojane
WAN - Muruvet Asan a ku birayê wê di erdheja li Elbakê de jiyana xwe ji dest da got, "Birayê min ji bin kavilê birîndar hat derxitin. Ger ku bersiv bidana me, dibû birayê min îro li jiyanê bûna. Alîkariya lezgîn gelek dereng hat gundê me. Me bi derfetên xwe birîndarên xwe ji bin kavilê derxistin. 
 
Ji ber erdheja li bajarê Xoyê yê Rojhilat di 23'yê Sibatê de pêk hat û bandora xwe li ser bajarê Wanê jî kir û girêdayî  navçeya Elbak a Wanê li 5 taxan hilweşîn pêk hat û di encamê de 9 kesî jiyana xwe ji dest da. Jivan kesên ku jiyana xwe ji dest dan jî Aydin Tosun e.  
 
Xuşka Aydin Tosun Muruvvet Tosun ku birayê wê jiyana xwe ji dest da wiha got: "Dem deprem pêk hat me nizanîbû em ê çi bikin. Mala me hemû hilweşiya û em şerpeze bûn. Di wê rewşa şerpezebûnê de min hewl da zarokên xwe xilas bikim. Dema min zarokên xwe dibirin cihek ewle ji mala birayê min ku cîranê min bû dengê qêrînê dihat. Min bazda û çûm mala birayê xwe. Birayê min birîndar xilas bibû."
 
'Me bi derfetên xwe birîndarên xwe ji bin kavilê derxistin'
 
Muruvver diyar kir ku biryê wê Aydin birîndar rizgar bûye wûha got: "Em demildst li xeta acîl 112 geriyan. Bi deqan em geriyan lê meşgul bû.  Ger ku di wextê de bersiv bida dibû ku îro birayê min bijiya. Alîkariya lezgîn gelek dereng hat gundê me. Me bi derfetên xwe birîndar ji bin kavilê derxistin.