Ji ber topbaranê malbatek di bin kavilan de ma

  • 11:08 26 Sibat 2020
  • Rojane
EFRÎN - Di topbarana artêşa tirk û komên girêdayî wê yên li ser gundê Aqîbê yê Şêrawayê de xanî bi ser malbatekê de hilweşiya. Nayê zanîn bê ka kesên malbatê sax in an na.
 
Leşkerên artêşa tirk û komên girêdayî wê gundê Aqîbe yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê sivîlan topbaran dikin.
 
Hat ragihandin ku ji ber topbaranê xanî bi ser malbatekê de hilweşiya. 2 zarok, dayik û bav, bi giştî 4 kes di bin kavilan de man.
 
Nayê zanîn bê ka kesen malbatê sax in an na.
 
Topbarana li ser gundên Aqîbe Soxanekê, Bînê û Dêr Cemîl berdewam dike.