ROJEVA 26'Ê SIBATA 2020'AN

  • 09:00 26 Sibat 2020
  • Rojev
 
 
*Hevseroka Şaredariya Cizîrê Berivan Kutlu ya ku li şuna wê qayum hatiye tayin kirin diyar kir ku tecrîd tê wateya domandina komployê û got: "Tecrîta li hemberî Abdullah Ocalan tecrît li ser hemû girtiyên siyasî û Gele Kurd e. Li dijî tecrîdê divê em bibin yek."  
DÎMEN HEYE 
 
*Rêveberên Kongreya Star û Aşûriyên Til Temirê êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên di 23'yê Sibata 2015'an de nirxandin û wiha gotin: "DAÎŞ'ê xwest ku nasname û hebûna gelê aşûrî, kurd û ereb tune bike, lê berxwedan û yekîtiya gelên Til Temirê hemû planên qirkirinê têk birin. Ne DAÎŞ û ne jî dewleta tirk a dagirker wê nikaribe Kurd û Aşûrîyan qir bikin. Em tu carî vîna xwe radestî dagirkeran nakin."
DÎMEN HEYE 
 
*Hevseroka Navenda Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed teqez kir ku dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze gel bi kirîzek avê bikeve tengasiyê û got: "Ji despêka şerê Idlibê gef li ser karmendên Stasyona Elok dihate kirin.Bi hedefgirtina Stasyona Elok tê xwestin krîza avê dest pê bike. Li dijî vê helwestê ya girîng têkoşîna bi hev re ye." DÎMEN HEYE 
 
*Endamên Platforma Jinan a Edeneyê, 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê diyarî Gulîstan Doku ya li Dêrsîmê winda bûye û hîn nehatiye dîtin, kirin. Endamên platformê diyar kirin ku bi awayekî xurt ew ê 8’ê Adarê pêşwazî bikin û gotin destkeftiyên wan jî encama piştevaniya jinan e.  DÎMEN HEYE 
 
*Parêzerên Ji Qursa Kurdî ya ji aliyê Komîsyona Ziman a Baroya Amedê ve hat tayîn mezûn bûn sertîfîkayên xwe girtin. Parêzeran bal kişandin ser girîngiya ziman û gotin: “Em xwedî li zimanê xwe dernekevin kes xwedî lê dernakeve. Em berpirs in ku zimanê xwe fêr bikin û ji nifşê pêşerojê re ragîhinin.”  DÎMEN HEYE 
 
*Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatibû tayînkirin, di plana stratejiya sala 2020-2024’an de ji bo jinan butçe nehat veqetandin. Hevşaredara HDP’ê Fîgen Altingad ya ku qeyûm tayînê şûna wê bû, diyar kir ku beriya qeyûm bê tayînkirin, plana ku amade dikirin jî nîvco maye.
 
*Nûnera Eniya Polîsarîo ya Elman û aktîvîst Nadjet Hamdî, diyar kir ku êş û têkoşîna Gelê Kurd û Polîsarîo wek hev e û got: “Xwezaya rejîman yek e, zextxwir û dîktator in. Ji bo êşên ku em jî dikşînin û xeta têkoşînê, bi wesîleya kongreya HDP’ê em ê piştevaniya xwe zêdetir bikin.”  DÎMEN HEYE 
 
*Jinên di Girtîgeha Xerpêtê dimînin binpêkirinên mafan ku li girtîgehê dijîn bi nameyekê parve kirin û diyar kirin ku kesên ji îstiqbaratê xwe wekî 'parêzer' nîşan didin û ji bo hevdîtinê bangî wan dikin.  Herwiha girtiyan diyar kirin ku ji ber xwarina dişînin ji girtiyan re jî girtî pê jehrî dibin.