HDP'yiyên li Mersînê hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 17:03 25 Sibat 2020
  • Rojane
MERSÎN - HDP'yiyên ku beriya 4 rojan li Mersînê hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mersînê ve hatibû destpêkirin de, beriya 4 rojan li Mersînê 7 HDP'î hatibûn binçavkirin. Ji HDP'iyan 2 jê piştî îfadeyên xwe yên dozgeriyê û 5 HDP'î jî piştî ku derketin dadgehê bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
HDP'î bi "endamtiya rêxistinê" hatin sûcdarkirin.