Mudurê girtîgehê: Îşkence serbest e

  • 16:37 25 Sibat 2020
  • Rojane
ENQERE - Li dijî îşkenceya li Girtîgeha Hejmar 1 a Afyonê ku li girtiyan tê kirin pênc saziyan rapora hevpar ku raporeke hevpar amade kir bi raya giştî re parve kirin. Di raporê de îşkenceya ku gardiyanan li girtiyan kiriye hat veghotin û mudurê girtîgehê jî got ku girtiyên lêgerîna tazî qebûl nekin gardiyan dikarin wan îşkence bikin. 
 
Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Bijîşkan a Amedê, şaxên MED TUHAD-FED), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD)  yên Enqereyê derbarê girtiyên li Girtîgeha bi hejmara 1 a Tîpa T a Afyonê raporek amade kirin û bi civînek çapemeniyê li Navenda Giştî ya ÎHD’ê eşkere kirin. Rêveberên van saziyan beşdarî civînê bûn. 
 
Îşkence didome
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di civînê de axivî û bal kişand ser îşkenceya li Tirkiyê û got: “Îqtîdara siyasî vê yekê vedişêre. Îşkenceya tê kirin wek îşkenceyê nabîne. Dibêjim derbasbûna reyeyê. Lê em vê yekê red dikin. Li girtîgehan îşkence bi armanca zextan tê kirin. Hin xebatkarên cemaweriyê dema îşkence dikin kêfxweş dibin. Em bûne şahidê vê yekê. Divê dest ji vê feraseta xwe ya berê berdin. Lazime li girtîgehan tundî were bidawîkirin.” 
 
Rapor hat xwendin 
 
Endama Desteya Rêveberiya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen jî rapor xwend. Nuray da zanîn ku ew li ser giliyê malbatên girtiyan di 20’ê sibatê de çûne Girtîgeha Afyonê û wek şandeyek li gel girtiyan hevdîtinek pêk anîne. Nuran anî ziman ku girtiyan ji wan re gotiye ku li girtîgehê mafên wan ê bingehîn, azadiya wan û qedexeya îşkenceyê tê binpêkirin. 
 
Nuray diyar kir ku wan wek şandeyê bi 15 girtiyan re hevdîtin pêk anîne û girtiyan neheqiya li wan tê kirin, mafên wan ê tê binpêkirin û tundiya li wan tê kirin ji wan re vegotine. Nuray got: “Midurê girtîgehê gotiye êdî îşkence serbest e. Li wan bidin lê şopê nehêlin.” 
 
Nuray di dewama raporê de xal bi xal bal kişand ser nêrîn û pirsgirêkên girtiyan ku ji wan re vegotine û parve kir. 
 
Nuray anî ziman ku divê derbarê îşkenceya tê kirin û binpêkirina mafên girtiyan de demildest lêpirsîn were destpêkirin. 
 
Ji bo çavdêriyê dê dîsa biçin girtîgehê
 
Endama Şaxa OHD’ê ya Enqereyê Hulya Yildirim jî destnîşan kir ku derbarê îşkencekaran de lêpirsîn nayê destpêkirin û ew ê vê hefteyê jî biçin girtîgehê çavdêriyan bikin.