‘Lidarxistina Kongreya PYD’ê di demeke wiha hesas de, pir watedar e’

  • 14:54 25 Sibat 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Endama Kordînasyona Kongreya Star Hediya Yusif a beşdarî kongreya 8’emîn a PYD’ê bû, derbarê kongreyê de axivî û ev tişt got: ”Partiya PYD’ê roleke wê pêşeng di avakirina yekîtiya gelan de û di van pêvajoyên derbasbûyî de heye. Jin jî di nav vê pêvajoyê de pêşeng bû. Di Partiya PYD’ê de nasnameya  siyasî a jinê hat danasîn.”
 
Kongreya 8’e mîn ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  li bajaroka Rimêlanê ya navçeya Girkêlegê ya kantona Qamişloyê bi tevlîbûna 650 delegeyî, hat lidarxistin. Kongre di roja xwe ya duyemîn de didome. Kesên beşdarvan ji seranaserî bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di kongreyê de, amade ne. Di roja duyem a kongreyê de raporên rêxistinî yên bajar, herêm, komîte û meclîsa partiyê hatin xwendin, niha jî nîqaşên li ser van raporan berdewam in. Endama Kordînasyona Kongreya Star Hediya Yusif ku ev du roj in beşdarî kongreyê bûye nêrîna xwe li ser kongreyê  bi me re parve kir.
 
‘Lidarxistina Kongreya PYD’ê di demeke wiha hesas de, pir watedar e’
 
Hediyayê di destpêka axaftina xwe de qala êrîşên li ser  Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha dibêjê: ” Lidarxistina kongreyê  di demeke wisa hesas de watedariya wê heye Ji ber ku niha Sûriye bi giştî û Rojavayê Kurdistanê  bi taybet, di rewşeke giran de derbas dibe. Dewleta tirk û komên  girêdayî wê, heta niha jî êrîşî axa me dikin. Li hember êrîşan jî pêvajoyên pir bi nirx hatin destpêkirin. Her roj binpêkirinên mafê mirovan, guhertinên demografîk û hedefgirtina bajarên me ya ji aliyê hêzên desthilatdar ve, tên kirin. Partiya PYD’ê dîsa bi civaka xwe re ji bo xwedîderktina li sekna wan soza xwe nû dike. ”
 
‘Yekrêziya Kurdî, wê destkeftiyên Gelê Kurd biparêze’
 
Hediyayê di nava axavtina xwe de bal kişand ser rola Partiya PYD’ê ya di yekîtiya gelan de û wiha axaftina xwe  dom kir:” Di kongreyê de kêmaniyên ku derketine pêş tên şîrovekirin. Partiya PYD’ê roleke wê ya pêşeng di avakirina yekîtiya gelan de û di van pêvajoyên derbasbûyî de hebû. Em di rewşeke wiha de ne ku pêwîstî ji yekîtiya partiyên Kurdî heye. Yekrêziya Kurdî, wê destkeftiyên Gelê Kurd biparêze. Daxwaza me îro avakirina civaka demokratîk e, lê em ji mafê xwe mehrûm mabûn. Gelê Kurd mîsyona barê şoreşê daye ser milê xwe û pêşengtî kir.” 
 
‘Pêwîst e jin îradeya xwe temsîl bike’
 
Hediyayê rola  jinê ya di nava partiyê de anî ziman û wiha gotina xwe bi dawî kir: ”Di her du salên dawî de xebatên jinê bi taybet di pêvajoya pêşengtiyê de bû.  Jin dikarîbû roleke baş bilîze, pêwîstî hat dîtin ku meclîsa jinê were avakirin ku  îradeya jinê temsîl bike.  Di Partiya PYD’ê de jin bû xwediyê sîstemeke bi  rêxistinkirî. Çalakiyên heyî hebûna jinê bêhtir tê de misoger bû. Di Partiya PYD’ê de nasnameya siyasî ya jinê hat danasîn.”