Xebata TJA'yê ya yekem a 8'ê Adarê: Ji bo bazin çêbikin hatin gel hevdu

  • 13:34 25 Sibat 2020
  • Rojane
AMED -TJA di çaçoveya bernameya 8'ê Adarê de bi jinan re hat gel hevdu û ji bo ji jinan re belav bikin bazin çêkirin. Aktivîsta TJA'yê Medîne Efe di atolyeyê de axivî û wiha got:"Bi vê xebatê em dixwazin balê bikşînin ser keda jinê."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi nêzîkbûna 8'ê Adarê lez dan xebatên xwe. Jinên ku di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de li MEBYA-DER'ê hatin gel hevdu ji bo jinên kedkar û ji bo jinên di girtîgehan de bazin çêkirin.  Aktivîsta TJA'yê Medîne Efe derbarê xebatên xwe de wiha got:"Em ê di vê xebata xwe ya atolyeyê de bazinan çêbikin. Em ê di çarçorveya banga ji bo 8'ê Adarê de bazinên me çêkirine diyarî jinan bikin."
 
'Me xwest keda jinê bê xuyakirin'
 
Medineyê wiha dewam kir:"Wekî jinên Amedê vê salê ne qurnefîl me biryar da em bazinên bi keda jinê hatine çêkirin belav bikin. Bi çêkirina bazinan em dixwazin balê bikşînin ser keda jinan. Em li vir bang li jinan dikin. Em di 8'ê Adarê de li Qada Îstasyonê bi reng, deng û tilîliyên xwe kom bibin. 8'ê Adarê ji bo gelekî girîng e. Em bi taybet bang li jinan û ciwanan dikin. Em 8'ê Adarê bi awayekî girseyî pîroz bikin. 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li hemû jinan pîroz be."
 
Xebata atolyeyê piştî daxuyaniyê bi stran û çepikan bi dawî bû.