Cevahîr Aktan bi hesreta lawê xwe jiyana xwe ji dest da

  • 12:09 25 Sibat 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Cevahîr aktan a ku li Nisêbînê dima û kurê wê di girtîgehê de bû jiyana xwe ji dest da.
 
Cevahîr aktan a ku li Nisêbînê dima û kurê wê di girtîgehê de bû jiyana xwe ji dest da. Cevahîr piştî ku agahiya kurê xwe Tahîr Aktan yê li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê dima kirne hucreyê girt, felc derbas kir. Ayten a felc derbas kir û  herdu milên wê û piyên wê felc man duh êvarê jiyana xwe ji dest da.  
 
Cevahîr li li goristana Yenî Mohrîs ya navçeyê hat definkirin.
 
Cevahîr a ku ji ber felc derbas kir nikaribû biçûna hevdîtina kurê xwe herî dawî di hevpeyvîna dabû ajansa me de diyar kiribû ku wê gelek bêriya kurê xwe kiriye û banga bila zektên li ser girtiyan bi dawî bibin li raya girştî kiribû.