ROJEVA 25'Ê SIBATA 2020'AN

  • 09:00 25 Sibat 2020
  • Rojev
*Til Temir bi berxwedana xwe ya li hember rêxistinên terorê yên weke Cebhet El-Nusra, DAIŞ'ê tê nasîn. Di heman demê de li dijî êrîşên dewleta tirk jî li ber xwe daye. DÎMEN HEYE
 
*Endama Koordînasyona  Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Efrîn bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tecrîd bi armanca kûrkirina aloziya Sûriyeyê û hemû Rojhilata Navîn tê kirin." DÎMEN HEYE
 
*Xizmên girtiyan derbarê îşkence û tundiya li girtîgehan de anîn ziman ku êrîşên li ser girtiyan zêde bûne û ev bang kirin: “Divê em malbatên girtiyan mil bidin hev li hember van zext û zordariyan serî rakin û bibin dengê girtiyan." BI DÎMEN
 
* Nurşan Demîr ku piştî qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê hat binçavkirin û girtin, çar sal piştî girtinê xwe bi îdaya ‘endamtiya rêxistinê’ 10 sal ceza lê hat birîn. Nurşanê bertek nîşanê biryarê da û got: “Ji ber ez li mala xwe mam, ceza dan min. Yên bihata girtin divê kesê îşkence li me kirin, bûna.”
 
*Aslan ya ku du kurê wê girtî ne diyar kir ku surgunkirina girtiyan zilm e û da zanîn ku tevî bi dehan carî daxwazaname ji rayedaran re nivîsiye bersiv negirtiye.
 
*10'emîn daneşîna doza di raya giştî de wek ‘Doza fuhuşê ya Êlihê’ tê zanîn ku zarokek fuhuş lê hatibû ferzkirin, hat dîtin. Di doza li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Êlihê hat dîtin de hemû gumanbar bi tahliyeyê hatin xelatkirin.
 
*Aktîvîsta TJA’yê Nevriye Çur, diyar kir ku heta tecrîd bidome, jin azad nabin û ger ku jin azad nebin civak jî azad nabe û wiha got: “Em ê di 28’ê Sibatê de li Dêrsîmê starta bernameyên 8’ê Adarê bidin. Jin wê li dijî polîtîkayên şerê taybet û tecrîdê li ser piyan bin.” BI DÎMEN
 
*Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, got tevî deynên dema borî yên şaredariyê hewl didin ji daxwazên gel re bibin bersiv û got: “Hem Midûriyeta Jinan a şaredariyê û hem jî Konseya Bajar wê xebatên meclîsa jinan pêk bînin û ji pirsgirêkên jinan re bibin bersiv.” BI DÎMEN