Di encama êrîşên dewleta tirk de li Şêrewayê jinekê jiyana xwe ji dest da

  • 17:11 24 Sibat 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî gundên Şêrewa yên Efrînê kirin. Di encama êrîşan de jinekê jiyana xwe ji dest da.
 
Îro careke din gundên navçeya Şêrewa bûn armanca êrîşan. Li gundê Kilûtê, Birc, Mezin û Qasê yên Şêrewa êrîşek dijwar ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê hat kirin. Di encama êrîşa dijwar de  jina bi navê Emûne Mensûr Omer a 40 salî û ji Gundê Kilûtê yê Şêrewayê jiyana xwe ji dest da.
 
Êrîş heta van kêliyan li gundewarên navçeya Şêrewaya Efrînê didome.