‘Kongreya 8’e mîn wê ji siyaseta Partiya PYD’ê re bibe pêngaveke nû’

  • 17:05 24 Sibat 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMİŞLO - Jinên ku beşdarî Kongreya 8’emîn a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bûn bal kişandin li ser xalên sereke yên di kongreyê de û gotin: ” Kongreya 8’e mîn wê bibe pêngaveke nû ji  siyaseta Partiya PYD’ê re. Partiya PYD’ê  asta jinê  di qada siyasetê de  îfade dike û ji bo doza azadiyê têdikoşe.”
 
Kongreya 8’emîn a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarokê Rimêlanê yê navçeya Girkêlegê  kantona Qamişloyê, tê lidarxistin.  Kongra bi tevlîbûna 650 delegeyî ji seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêk tê.  Jinên beşdarvan di derbarê kongreyê de nerînên xwe bi me re parve kirin.
 
‘Kongreya 8’e mîn wê bibe pêngaveke nû ji  siyaseta partiya PYD’ê re’
 
Hevseroka Tevgera Civaka Demkratîk (Tev-Dem) Zelal Ceger li ser rola ku  Partiya  Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji sala 2003’an de û heta niha lîstiye axivî û got: ”Partiya PYD’ê ji sala 2003’an de roleke xwe ya girîng di Rojavayê Kurdistanê de bi rê ve dibe. Helwesta partiya PYD’ê li hember dagirkeriyê û faşîzmê bi nirx bû.  Her wiha ji bo yekrêziya Gelê Kurd gavên wê pîroz bûn.  Kongreya 8’e mîn wê bibe pêngaveke nû ji  siyaseta Partiya PYD’ê re.”
 
‘Tiştên herî sereke di kongreyê de mezinkirina têkoşîna doza azadiyê ye’
 
Zelalê di dewamiya gotina xwe de  bal kişand ser sîstem û  rola partiyê ya di nava qadên civakê de û wiha dom kir: ”Partiya PYD’ê weke partiyeke sereke di qada  xwe ya siyasî û civakî de pêşeng bû. Ji bo wê  weke partiyeke sereke li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin. Her kes siyaseta partiyê qebûl dike û cihê xwe di  nav  de digire. Di kongreyê de armanca sereke bilindkirina doza tekoşîna azadiyê, rêxistinkirina civakê û têkbirina dagirkeriya dewleta tirk e, da ku em bikaribin welatê xwe rizgar bikin. Li ser vî esasî partiya PYD’ê xebata xwe dide meşandin û di astên herî jor de têkoşînê dike. Di gelek partiyan de  sîstema hevserokatiyê tune ye, lê di sîstema hevserokatiyê ya ku Partiya PYD'ê pêşkêş kiriye, jin jî rol û misyona xwe tê de dilîze.  Partiya PYD’ê  asta jinê  di qada siyasetê de  îfade dike. Em serkeftinê ji bo kongreya 8’ê mîn a Partiya PYD’ê re dixwazin.”
 
‘Kongre ji ber êrîşên tirkiyeyê dereng hat lidarxistin’
 
Her wiha Endama  Komîteya Amedekar a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Edalet Omer armancên lidarxistina kongreya 8’emîn anî ziman û wiha pê de çû:” Du rojan kongreya partiya PYD’ê dê were dewamkirin. Her 2 salan kongre tê lidarxistin, lê îsal  ji ber êrîşên dewleta tirk  dereng  hate lidarxistin. Di van du salan de gelek guhertinên siyasî, civakî û rêxistinî çêbûn. Partiya PYD’ê di aliyê siyasî de bêhtir xwe bi rêxistin kir. Armanca me jî ew bû ku em nirxandinên xebatê du salan bi hev re parve bikin û aliyên kû kêm mane em xurt bikin.”  
 
‘Civaka birêxistinkirî tu kes nikare têk bibe’
 
Edalet wiha gotina xwe bi dawî kir: ”Me wek  Partiya PYD’ê bi rengerkî giştî  ji bo hemû qadên jiyan û siyasetê xebat dikir.  Meclîsa jin jî di navbera herdu salan de hate avakirin. Wê piştî 6 mehên din meclîsa jinê ya partiya PYD’ê kongreya xwe ya duyem li dar bixe. Civaka ku bi rêxistinkirî be tu kes nikare wê civakê têk bibe. Heta astekê em dikarin bêjin ku civak hatiye birêxistinkirin. PYD’ê pêşengên avakirina civak û parastina nirxên wê yên siyasî ye.”
 
Kongreya 8’emîn a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi nîqaşên li ser rewşa rêxistinî didome.
 
Hêjaye bi bîrxistinê ye ku kongre dê ji raya giştî re girtî bidome heta sibehê encamnameyên wê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re bê parvekirin.