Li ser vîrûsa korona li Mexmûrê semîner hat dayîn

  • 16:36 24 Sibat 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Derbarê vîrûsa korona li Wargeha Penaberan a Mexmûrê semînerek hat dayîn. Di semînerê de li ser xwe parastina vîrûsê agahî hatin dayîn. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li ser vîrûsa korona semînerek hat dayîn. Gelek kes tevlî semînerê bûn û semîner ji aliyê  Bijîşk Loqman Kara ve hat dayin.
 
Bijîşk di axaftina xwe de bal kişand ser vîrûsê û diyar kir ku vîrûs çêkerên biçûkin û ne zindî ne. Bijîşk wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema vîrûs derbasî zindiyekî dibin destpêkê derbasî hucrekî zindî dibin û yekser dest bi pîrbûnê dikin. Ger vîrûsek derbasî mirovek bibe dikare di nava rojekê de derbasî bi milyonan kesî bibe. Enfeksiyonên di mirovan de peyda dibin persif, şelange, sorîk û nexweşiya giran AIDS e."
 
Bijîşk, di axaftina xwe de bal kişand ser cûreyên vîrûs û vîrûsa korona û wiha got: "Kuxik, ta, bêhin qûtbûn, iltihaba sing dibe sedemê mirinê, ev nîşane giştî ya vîrûsa ne. Vîrûs di cihên vekirî de zêde namine, ji ber vê yekê ji bo hewayê paqij derî û pencerên malê pêwiste bên vekirin. Dema diçin bazaran lepik, maske ji bo parastinê pêwist e. Her tim timarên wekî av û xwarinên şilî bikar binin, ji ber ku vîrus cihên zuha de xwe timar dike û zêde dibe. Divê xwe li cihên qelebalix biparêzin. Destê xwe bişon û paqijiya xwe baldar bin. Li dervê xwarin nexon û nestînin. Divê xwarîn baş bê kelandin. Bi vê awayê mirov dikare xwe ji virûsa korona biparêze.”