Fîgen Yuksekdag ji bo erdhejzedeyan banga piştevaniyê kir
- 15:57 24 Sibat 2020
- Rojane
ENQERE - Hevseroka berê ya DHP'ê Fîgen Yuksekdag, ji bo kesên di erdheja li ser sînorê Tirkiye û Îranê pêk hat de peyama sersaxiyê weşand. Fîgenê di peyama xwe de got,"Kêfxweşî û êşên me hevpar in. Ez banga pişteaniyê li gelên me dikim."
Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (DHP) Fîgen Yuksekdag, ji bo kesên di erdheja li ser sînorê Tirkiye û Îranê pêk hat de peyama sersaxiyê û piştevanyê weşand. Peyama Fîgen a ku di Girtîgeha Tîpa F ya Kandrayê de dimîne, li ser hesabê wê yê fermî yê medya civakî hat parvekirin.
Peyama Fîgenê wiha ye: "Ez ji kesên ku di encama erdheja li Îranê pêk hat de li Wanê jiyana xwe ji dest dan re rahmetê dixwazim, ji malbatên wan re jî sersaxiyê û ji bo birîdaran jî şifayê dixwazim. Kêfxweşiya me û êşên me yek in. Ez hestên xwe yên piştevaniyê radigihînim û bang li gelên me dikim ji erdhejzedeyan re bibin piştgir."