Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin

  • 14:26 24 Sibat 2020
  • Rojane
WAN - Di encama erdheja navenda wê bajarê Xoy yê Rojhilat de  li Elbakê hilweşîn çêbû. Ji 9 kesên ku di encama erdhejê de  jiyana xwe ji dest dan 8 jê li taxa Elbîsê hatin definkirin. 
 
Duh bi meznahiya 5.9 li bajarê Xoyê yê rojhilatê Kurdistanê erdhej pêk hat. Erdhej li wanê û navçeyên wê jî hat hîskirin û bû sedama hilweşînê.  Hiweşîn herî zêde li navçeya wanê Elbakê li taxa Elbîsê kir. Li taxê mal û axur hilweşiyan û 9 kesên ku di bin kavilan de man jî jiyana xwe ji dest dan. 
 
8 kesên ku cenazeyê wan ji Nexweşaxaneya Dewletê ya Elbakê hatin girtin li goristana taxa Elbîsê hatin definkirin.