Li Rimêlanê 8’emîn Kongreya PYD’ê dest pê kir

  • 13:11 24 Sibat 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma “Bi Yekîtiya Demokratîk em ê Dagirkeriyê Têk Bibin, Rêveberiya Xweser pêş bixin û Sûriyeke Demokratîk ava bikin” Kongreya 8’emîn a PYD'ê li bajarokê  Rimêlan dest pê kir.
 
Kongreya 8’emîn a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarokê  Rimêlan a navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê tê lidarxistin. Kongre li navenda Çand û Hûnerê ya Aram Tîkran bi beşdarbûna 650 delegeyî ji seranserî herêmên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêk hat. Di nava kongreyê de şandeyek ji Rêveberiya Xweser, Meclîsa Sûriyeya Demokratî, beşdar bûn.  
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hatin kirin.
 
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen axaftin kir û wiha got : "Li ser bingeha demokrasiyê û avakirina pêşeroja demokratîk, me armancên  xwe kirin yek. Li ser projeya me, şerê herî giran di Sûriyeyê de li hember siyaseta demokratîk tê kirin. Krîz û alozî di Sûriyeyê de hîn berdewam e. Tu çareserî hîn nehatiye bidestxistin. Li ser nirxên demokrasiyê êrîşên giran tên kirin. Me li hember vê yekê li ber xwe daye. Bi baweriyeke mezin me hevgirtina gelan di nava vê  şoreşê de ava kir. Têkoşîna me serkeftinên mezin mayinde kir û nirxên şoreşa xwe parastin. Hemû pêkhate û hêzên demokratîk di nava civaka me de cih di vê projeye de girtin û kedeke ber bi çav di nav de nîşan dan. Li ser vê bingehê Partiya Yekîtiya Demokratîk  di wê baweriyê de ye ku bi hêza xwe ya hevgirtî me kir yek me rolên çalak lîstin û me hebûna gelê xwe parast."      
 
‘Bi yekîtiya me wê hebûna Kurdî ya siyasî mayinde bibe’ 
 
Di dewamiya axaftinên xwe de Şahoz wiha got: "Di aliyê Yekîtiya Neteweyî de ev armanca me ya sereke ye û hewildanên pir cidî ji bo wê tên dayin. Ev yek hêviya gelê me ye jî ku yekîtîya kurdan di Kurdistanê de ava bibe.  Bi yekîtiya me wê hebûna kurdî ya siyasî mayinde bibe. Em nahêlin dijmin dest biavêjin ser nirxên me. Rast e dagirkerî li ser axa me heye. Erka me ye em li hember vê dagirkeriyê bisekinin, yekîtiya neteweyî di vê merhalê de pir girîng e. Em xwediyên çareseriyên demokratîk in. Ji bo wê hêzên dijber yên li ser axa Sûriyeyê hene divê zihnîyeta xwe biguherin. Divê diyalogên demokratîk bên pêşxistin, ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk têkoşîn pêwîst e. Kilîta çareseriya Sûriyeyê çareseriya pirisgirêka kurd e. "
  
‘Projeya demokratîk parastina hebûna hemû gelê herêmê ye’
 
Her wiha Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratî Eyşa Hiso wiha got:" Em niha di merhaleyeke dîrokî de derbas dibin. Roja me roja welatekî ye ku hîn birînên wê nerm in. Ji bo avakirina welatekî demokratîk jinan kedeke mezin da. Dema em li ser felsefeyeke demokratîk xwe birêxistin bikin helbet serkeftin para me ye. Di nava her du salên borî de partiya me fedekariyeke mezin ji bo yekîtiya kurdî da. Me isbat kir ku projeya demokratîk parastina hebûna hemû gelê herêmê bû. Niha em di nava rewşekê de ne ku Sûriye hatiye parçekirin, demografiya welatê me tê guhertin. Şerê ku li ser me tê kirin, şerê welatan e. Gavên me yên serkeftinê û rizgarkirina gelên bindest, dijmin qebûl nekir û bi birdoziyeke hov êrîşî herêmên me kir. Di Sûriyeyê de em ji mafê xwe hatibûn dûrxistin. Di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, armancên me diyar bûn û dirûşmên me jî em yekîtiyê dixwazin û dagirkeriyê têk bibin bûn. Em dixwazin Sûriyeke demokratîk ava bikin. Baweriya me bi şoreşa me heye. Em ê doz û nirxên gelê xwe biparêzin."
 
‘Bi destkefiyên heyî em ê rê li ber qirkirinê bigirin’
 
Li ser navê Kongreya Star berdevka kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd axaftin kir û wiha got:" Destpêkê di şexsê pakrewanên azadiyê  de, em vê kongreyê pîroz dikin. Kongreya 8’emîn a Partiya Yekîtiya Demokratîk  di rewşeke hessas de tê lidarxistin. Li herêmê roj bi roj  rewş aloztir dibe. Tenê li vir dengê çek û kuştinê bilind dibe. Hewildanên me weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çareseriyê, heya niha nayê qebûlkirin.  Divê em hîn bêtir rêyên diyalogê bi partiyên siyasî re vekin. Xwestina modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em bidin pêşkêşkirin. Bi destkefiyên heyî em ê rê li ber qirkirinê bigirin. Bi rêya yekîtiya kurdî dê hebûna me were parastin."
 
Paşê axaftin li ser navê Meclîsa Sûriyeya Demokratî Emîna Omer, li ser navê Yekîtiya Sûriyanan Senherîb Bersûm hatin kirin. Kesên ku axivîn wiha gotin: "Çareseriya demokratîk di Sûriyeyê de bi yekrêziya gelê Sûriyeyê wê mayinde bibe. Divê gelê Sûriyeyê bi xwe biryara xwe bidin û di aloziya welatê xwe de bibin aliyê çareseriyê."
 
Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk  (PYD) bi xwendina nameyên pîrozbahiyê, didome.