Li Wanê 5 kes ji ber germahiya laşê wan zêde bû rakirin nexweşxaneyê

  • 11:33 24 Sibat 2020
  • Rojane
WAN - 3 kesên ji Îranê derbasî Wanê bûn, ji ber germahiya laşê wan zêde bû rakirin nexweşxaneyê. Li Colemêrgê jî zarok û dayikek ji ber germa laşê wan zêde bûn rakirin nexweşxaneyê
 
3 kesên ji Îranê derbasî Wanê bûn, ji ber germahiya laşê wan zêde bûn rakirin nexweşxaneyê û xistin bin tedawiyê. 3 kesên ji Deriyê Gumruka Kapikoy a Navçeya Seravê derbasî Wanê bûn, bi gumana vîrûsa korona heye, rakirin nexweşxaneyê. Li Colemêrgê jî zarok û dayikek ji ber germa laşê wan zêde bûn rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û perwerdehiyê ya Wanê. 5 kesên rakirin nexweşxaneyan, tên tedawîkirin. Rayedaran diyar kirin ku hêj teşhîs nehatiye kirin û li Nexweşxaneyên Wanê tên dermankirin.