‘Çapemenî zayendperestiyê rewa dike’

  • 09:16 24 Sibat 2020
  • Rojane
WAN - Nivîskar rojnameger Sevda Karaca da zanîn ku di zêdebûna şîdeta li ser jinê û zayendperestiyê de çapemenî di cihekî girîng de cih digire û  mêrên ku di her tiştî de xwe xwedî fikir dibînin, di mijara şîdeta li ser jinan de jî bûne xwedî fikir.
 
Nivîskar rojnameger Sevda Karacan têkiliya di navbera şîdeta li ser jinê û çapemeniyê de nirxand û diyar kir ku di mijara zayendperestiya sîstematîk de cihekî girîng yê çapemeniyê heye.
 
‘Di çapemeniyê de zayendperestî kêm tê nîqaşkirin’
 
Sevdayê  got çapemenî ji ber wekheviya jinê pirsgirêkan dijî û tecrubeyan normal dibîne, hatiye qada qebûlkirinê û got: “Çapmenî bûye parçeyeke zayendperestiya sîstematîk.  Ji bo zayendperestî bê afirandin jî dibe destek. Em nikarin bêjin ku çapemenî di vî alî de ezmûneke baş dide. Li Tirkiyeyê di salên dawî de li Tirkiyeyê ji bo zayendperestî neyê hilberandin xebatên girîng hatin kirin. Lê çapemeniyê di vê mijarê de pêşketin nekiriye. Di televîzyonan de şîdeta li ser jinê normal tê dîtin. Her roj di reklaman de di bultenên nûçeyan de jin dibin ‘qurbana nêrîna zayendperest’.”
 
‘Dengê muxataban nayê bihîstin’
 
Sevdayê bi lêv kir ku tekelbûna çapemeniyê, zayendperestiyê jî xwedî dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çapemenî divê sedemên şîdeta li ser jinê nîqaş bike, lêkolîn bike. Berpirsyariya herî sereke ye ku çapemenî bibe parçeyekê çareseriyê. Divê rojev bi muxatabên wan re bên nîqaşkirin. Lêkolînkirina pişt perdeya bûyeran peywira çapemeniyê ye. Yên têkoşîna li dijî şîdeta li hember jinê dimeşînin jî dengê wan di televîzyonan de nayê bihîstin.  Yên gotinê dibêjin mêr in. Ji 10 rojnamegerên jin 6 heb di jiyana kar de rastî newekheviyê tên. Piştevaniya rojnamegerên jin divê hebe.”