‘Sedema kuştinên jinan polîtîkayên şerê taybet e’

  • 09:11 24 Sibat 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Endama MYK'ê ya Meclîsa Jinan a Sosyalîst  Satiye Ok, polîtîkayên şerê taybet yên li hember jinan tê meşandin nirxand û got: “Yek ji sedemên kuştinên jinan yên li hemberê polîtîkayên şerê taybet yê desthilatdarî  dimeşîne ye.  Kuştinên tên jiyîn nîşan dide ku divê em têkoşînê hîn bêtir mezin bikin. Divê em bên cem hev, bertekên xwe yên demokratîk bi awayekî xurt û rêxistinkirî derxin pêş.”
 
Şîdeta li ser jinan roj bi roj zêde dibe. Li aliyekî li hember destkeftiyên jinan êrîş pêk tên û li aliyê din jî polîtîkayên şerê taybet yên desthilatdarî li herêmê dimeşîne jî jinan hedef digire. Endama Lijneya Rêveberiya navendî (MYK) ya Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SMK) Satiye Ok, kuştinên jinan, polîtîkayên şerê taybet yên li herêmê tê meşandin û rewşa Gulîstan Doku ya ji 5’ê Çilede ye agahî jê nayê girtin û xeta têkoşînê ya jinan vegot.
 
‘Li herêmê polîtîkayek cuda tê meşandin’
 
Satiyeyê diyar kir ku hem li herêm hem jî li Tirkiyeyê kuştinên jinan zêde bûne û ligel daneyên fermî, dema bûyerên di çapemeniyê de li ber çavan bê girtin, kuştinên jinan gihaştiye astek bi xof û got: “Sedema kuştinên jinan nêzîkatiya serdest ya mêr û îmtiyazên ji bo mêran tê nasînê ye.  Sedemeke din jî polîtîkayên şer yên li herêmê tê meşandinê ye. Ji ber polîtîkayên şerê ku li Rojhilata Navîn tên meşandin jin bi koçberî, şîdet, tacîz û tecawizê re tên rû hev. Me mînakên vê li Iraq, Sûriye û Fîlîstînê dît. Di bin navê namûsê de jin tên qetilkirin. Di bin navê qanûnê de mêr tên parastin. Ji rewşa baş daxistina cezayên mêran jî wek şîdet li jinan vegeriya.”
 
‘Bûyerên tên jiyîn digihêje hêzên ewlehiyê’
 
Satiyeyê her wiha bi lêv kir ku bi polîtîkayên asîmîlasyonê li ser jinan stratejiya şerê taybet pêk tê û wiha berdewam kir: “Jin li herêmê bi cureyê şîdetê re tên rû hev. Di demên dawî de bûyerên fuhuş, tecawiz û windabûnê li Amed, Dêrsîm, Mêrdîn û Êlihê derketin holê. Gumanbarên bûyeran jî xwe digihînin hêzên ewlehiyê. Em dikarin mînaka Gulîstan Doku bidin. Hevalê Gulîstanê kurê polîs e. Di nedîtina Gulîstanê de em dibêjin ku bandora wê heye. Di hevdîtinên bi malbat û saziyên Dêrsîmê re, dibêjin ku mijar ne tenê Gulîstan e. Di agahiyên tên girtin de tê gotin ku polîs di alî ku bi jinên ciwan re hevaltiyê bikin de zorê dikin. Em vê mijarê wek mijareke hêsan ya hestiyarî nagirin dest. Ev wek polîtîkayeke dewletê tê tercîhkirin. Hewl didin jinên ciwan ji jiyanê qut bikin. Serhildana jinên Dêrsîmê jî ji ber vê yekê ye.”
 
‘Herêm bi koasek mezin re hat rû hev’
 
Satiyeyê di berdewamiyê de  destnîşan kir ku piştî pêvajoya aştiyê şûnde herêm bi kaosê re hatiye rû hev û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP’ê dît ku jin hêzên dînamîka esas a muxalefeta civakî ye. Ji ber vê jî li gor wan divê ji têkoşînê dûr bixistana. Ev parçeyeke stratejiya wan bû. Jin îro bi kuştin, tecawiz, tehdîdan tên çewisandin.”
 
‘Heta Gulîstan neyê dîtin em ê bipirsin’
 
Satiyeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku heta Gulîstan Doku neyê dîtin wê bipirsin û wiha dawî lê anî: “Li pêş me 8’ê Adarê heye. Divê em jin têkoşîna azadiyê mezin bikin û xwe rêxistin bikin. Divê em bên cem hev û berteka xwe ya demokratîk derxin pêş. Ev gelek watedar û girîng e.”