Kongreya Star a Rojava bernameya 8'ê Adarê eşkere kir

  • 08:34 24 Sibat 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Rêxistina Kongreya Star a Rojava bernameya 8'ê Adarê eşkere kir.
 
Rêxistina Kongreya Star a Rojava bernameya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" wê çalakiyên xwe li dar bixin. Çalakiyên ku bên lidarxistin dê ji 1'ê Adarê dest pê bike heta 8'ê Adarê wê dewam bike. Her wiha weke sembol ew ê kefiyên YPJ'ê bên dayîn.
 
Bernameya 8'ê Adarê wiha ye: 
 
*Di 1'ê Adarê de, wê daxuyanî li kampên Waşûkanî, Til Semin û Kantona Şehbayê werin dayîn. Her wiha di heman rojê de mîhrîcana Jinên Rewşenbîr li herêma Cizîrê ew ê were lidarxistin.
 
*Di 2 û 3'yê Adarê de li seranserî Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê  ew ê civîn werin lidarxistin û di civînê de sînevîzyon û kurtefilîmek li ser jinên Reqa ew ê were temaşekirin. 
 
*Di 4'ê Adarê de wê serdana gundê Jinwar were kirin û li wir wê bernameyek taybet bi rêveber û jinan re were amadekirin. Her wiha wê li hemû qadan meşa meşalehî were lidarixistin. 
 
*Di 5'ê Adarê de wê panelek li ser rewşa jinê ya di nava aloziya Sûriyeyê de, li herêma Cizîrê were lidarxistin. Di heman rojê de li hemû qadan serdana goristanên şehîdan ew ê werin kirin. 
 
*Di 6'ê Adarê de bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Cizîrê hemû pêkhate çanda xwe ya herêmî ew ê pêşkêş bikin. 
 
*Di 7'ê Adarê de wê serdana birîndarên şer, YPJ'ê û di heman rojê de cihên dîrokî werin kirin.
 
*Di 8'ê Adarê de li kantonan ew ê mîtîng û şahî werin lidarxistin.