Meclîsa Malbatên Şehîdan 64 pakrewanên azadiyê bi bîr xistin

  • 15:49 23 Sibat 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Meclîsa Malbatên Şehîdan li navçeya Til Temirê 64 cangoriyên azadiyê, bi merasîmekê bi bîr xistin.
 
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Temirê, 64 pakrewanên azadiyê yên ku di encama şer û êrîşên li ser herêmê jiyana xwe ji dest dane, bi bîr xist. Merasîma bîrxistinê bi beşdarbûna malbatên pakrewana, pêk hat. Merasîm li navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan, hat lidarxistin.
  
Merasîma bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, dest pê kir. Paşê axaftin hatin kirin.
 
'Dewleta tirk dixwaze tiştên ku DAIŞ’ê nîvco hişt li herêmê temam bike'
 
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Xabûr Cemîla Kako wiha got: "Dema ku em li dîrokê vedigerin em hêviyan di nava tunekirinê de ava dikin. Êrîşên li ser Til Temirê bûyereke bi êş bû. Di nava tarîtiyê de, me ronahiya jiyanê dît. Roja 23'yê Sibata 2015'an ji bo me rojeke reş e. Dîrok dîsa xwe dubare dike. Dewleta tirk dîsa êrîş dike. Wê pilanên dagirkeriyê bi îrade û hebûna gelê herêmê vala derkeve. Dewleta tirk dixwaze tiştê DAIŞ nîvco hişt li herêmê temam bike."
 
'Pakrewan mîsogeriya projeya Netewa Demokratîk e'
 
Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Dîlber Yûsif wiha got: "Şerê me ne tenê li hember DAIŞ’ê ye, şerê me di heman demê de li hember zihniyeta dagirkeriya ku civakê nas nake û nirxên wan bin pê dike ye. Serkeftina gel û şervanên me hemû cîhan û qadên navneteweyî hejand û deng veda. Niha ji bo diyaloga Sûrî Sûrî jî em di nava hewldanan de ne, da ku em bigihêjin çareseriyekê ku bikaribin birînên gelên Sûriyeyê pê derman, bikin. Şehîdên me ji bo pêkanîna projeya netewa demokratîk canê xwe feda kirin. Em jî sozdarê wan bin."
 
Paşê Cemîla Kako û Fatma Sedûn  nasnameyên 64 pakrewnan xwendin.
 
Merasîm bi pêşandana sinevizyonekê ya li ser  berxwedana 64 lehengan, bi dawî bû.