Jinên malên wan hatin hilweşandin: Me bi zorê xwe gihand zarokên xwe

  • 15:34 23 Sibat 2020
  • Rojane
WAN - Li herêma sînorên Tirkiye-Iraqê erdhej pêk hat. Li Kuçeya Elbistanê ya Elbaxa Wanê 7 kesên birîndarên giran ji bin kavilan hatin derxistin. Gelek mal hilweşiyan. Jinên malên wan hilweşiyan gotin:"Me bi zorê xwe gihand zarokên xwe."
 
Li herêma sînorên Tirkiye-Iraqê erdhej pêk hat. Li Kuçeya Elbistanê ya Elbaxa Wanê 7 kesên birîndarên giran ji bin kavilan hatin derxistin. Gelek mal hilweşiyan. Heta niha 8 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji 20 kesî zêdetir jî birîndar bûn. 
 
'Malên me hatin hilweşandin'
 
Li Kuçeya Elbistanê ya Elbaxa Wanê 7 kesên birîndarên giran ji bin kavilan hatin derxistin. Hulya Aslan a ku li Kuçeya Elbistanê rûdinê wiha got:"Gelek malên me hilweşiyan. Gelek xizmên me di bin kavilan de man. Ekîb piştre hatin gund. Birîndar ji wir sewqî Wanê hatin kirin. Dema erdhej pêk hat li derve me êm dida ajalên xwe. Zarokên me li mal bûn. Em reviyan û me ew ji hundur derxist. Hemû mîhên me di bin kavilan de man. Niha em nikarin li malên xwe rûnin. 
 
Nûran Aslan jî anî ziman malên wan û axurên wan hilweşiyaye û gelek ajalên wan mirine.