'Komploya navneteweyî heta roja îro dewam dike'

  • 13:09 23 Sibat 2020
  • Rojane
Tolîn Elî
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku tevlî civîna şermezarkirina komploya navneteweyî bûne, axivîn û gotin: "Komploya navneteweyî heta roja me ya îro dewam dike û berdewamiya komplo, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bû."
 
Di çarçoveya 15'ê sibatê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat meşandin de, Rêxistina Kongreya Star a Efrînê dest bi rêzecivînan kiribûn. Îro li navçeya Ehres, bajarokê Babnin û navenda çand û huner a Fafînê bi dawî bû. Cihê civînê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû xemilandin. Di civînê de sazî û dezgehên Kongreya Star amade bûn. Jinên ku beşdarî civînê bûne nêrînên xwe bi me re parve kirin.
 
'15'ê sibatê rojek reş e'
 
Ji Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Fafînê, Hêvîn Bekir li ser rêzecivînan axivî û wiha got: "Em roja 15'ê sibatê bi tundî şermezar dikin. Ev rêzecivîna me di vê mehê de dest pêkir û li hemû navçe û gundewarên Kantona Şehbayê hat lidarxistin. Me herî dawî li navçeya Fafînê rêzecivînê xwe bi dawî kir. Di civînan de jinên ku beşdar bûne niqaş û pirsên xwe kirin û sinevîzyon jî têkîldarî komploya navneteweyî hat pêşkêşkirin. 15'ê sibatê ji bo me rojek reş û bi êş e. Dijmin xwest bi vê komployê berxwedana Gelê Kurd têk bibe, lê berovajî vê yekê gel li hember hemû êrîşên dijmin şer kir û heta dawiyê li ber xwe da. Komploya navneteweyî heta roja me ya îro dewam dike û berdewamiya komployê dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bû."
 
'Komploya ku hatiye meşandin bi armanca tunekirina Gelê Kurd bû'
 
Selwa Elî jî bal kişand ser komploya navneteweyî û wiha domand: "Dewleta tirk dixwaze Gelê Kurd qir bike û li gor berjewendiyên xwe pêvajoyê bimeşîne, lê Gelê Kurd vê yekê napejirîne û têkoşîn dike. Komploya ku li ser Rêber Apo hatiye meşandin jî bi armanca tunekirina Gelê Kurd bû. Em soz didin Rêberê xwe em ê heta dawiyê têkoşîn bikin û axa Kurdistanê ji dagirkeran rizgar bikin."
 
'Armanc û xeyalên dagirkeran pêk nehat'
 
 Endama Komîteya Perwerdeya navçeya Fafînê Fehîme Elî li ser komployê axivî û wiha pê de çû: "Dewletên dagirker bi komployek navneteweyeyî Rêber Apo dîl girtin Ji bo ku fikir û felsefeya Rêber Apo ji kurdan qut bikin, her tişt kirin lê armanc û xeyalên dewletan pêk nehat, ji ber ku em heta niha li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rê ve dibin."
 
Civîn bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.