Ji ber erdheja pêk hat li wanê 7 kesî jiyana xwe ji dest da

  • 11:47 23 Sibat 2020
  • Rojane
WAN - Ji ber erdheja bi pileya 5.8 li herêma sînorê Îran û Tirkiyê pêk hat li navçeya Elbaka Wanê 3 jê zarok 7 kesî jiyana xwe ji dest da. Tê gotin ku welatiyên di bin kavilan de mane jî hene. 
 
Li herêma ser sînorê Tirkiye û Îranê saet li derdora 08.52'an bi pileya 5.8 erdhejek rû da. Vê erdheja rê li ber metirsiyek mezin vekir û li her deverê wanê hat hîskirin. 
 
Li gundên Gelenler, Xanik, Kaşkol û Elbisê ên girêdayî navçeya Elbaka Wanê ji ber erdhejê gelek xanî hilweşiyan. Hat gotin ku li van gundan gelek welatî di bin kavilan de mane. 
 
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû têkildarî erdhejê daxuyanî da û da zanîn ku 4 jê mezin 3 jê zarok 7 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û heta niha 5 kes jî rakirine nexweşxaneyan. Heta niha navê du welatiyên jiyan axwe ji dest dane eşkere bûye û ev jî Ferhat Tunca û Aydin Tosûn in. 
 
Tê gotin ku hêj welatî di bin kavilan de hene û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.