Li Tersûsê 2 teyfik xwarin didin koguşên ji 14 kesî pêk tên

  • 10:41 23 Sibat 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Girtîgeha Tersûsê ya her dem di rojevê de cihê xwe digire 2 teyfik xwarin didin koguşên ji 14 kesî pêk tên. Xizmên windayan ên ku bertek nîşanî vê rewşê dan xwestin dawî li îşkenceyên li Girtîgeha Tersûsê tên kirin, bê. 
 
Zextên li girtîgehên her di rojevê de cihê xwe digirin, berdewam dikin. Girtîgeha Tersûsê yek ji van girtîgehên zext lê tê kirine. Girtiyên li Girtîgeha Tersûsê di hevdîtina bi xizmên xwe kirin de dan zanîn ku ew pêkanînên kêfî rû bi rû tên hiştin. Girtiyan bi rêya hevdîtina malbatên xwe re kirin dan zanîn 2 teyfik xwarin didin koguşên ji 14 kesî pêk tên. Girtiyan diyar kirin, girtî her dem bi pêkanînên bêedalet rû bi rû tên hiştin û xwestin demildest dawî li van pêkanînan bê.
 
'2 teyfik xwarin didin koguşên ji 14 kesî pêk tên'
 
Ji girtiyên doza Nisêbînê Nurcan Aslan ji Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Tersûsê bi malbata xwe bi rêya telefonê hevdîtin pêk anî û behsa pirsgirêkên li girtîgehê kir. Bavê Nûrcanê, Nevzat Aslan anî ziman Nûrcanê bi rêya telefonê behsa pirsgirêkê li girtîgehê kiriye û wiha got:"Ava germ a didin têra tu koguşan nake. 2 teyfik xwarin didin koguşên ji 14 kesî pêk tên. Li vir di warê pêdiviyên me yên bingehîn de em bi pirsgirêkan rû bi rû dimînin."
 
'Bila dawî li van îşkeceyan bê'
 
Nevzat anî ziman di her hevdîtinê de Nûrcanê behsa pirsgirêkên cuda dike û wiha got:"Bila dev ji van îşkenceyan berdin. Keça min hîn 18 salî ye. Gelek girtiyên zarok hene. Çima van neheqiyan li wan dikin? Divê parêzer û parêzvanên mafên mirovan derbarê girtîgehên bi vî rengî xebatan bidin meşandin."