Jinên Mêrdînê starta 8’ê Adarê di 28’ê Sibatê de wê li Nisêbînê bidin

  • 09:09 23 Sibat 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Endama Meclisa Jinan a HDP’a Mêrdînê Eylem Amak der barê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de nirxandin kir û diyar kir ku wê starta xebatan di 28’ê Sibatê de li Nisêbînê bidin û bang li hemû jinên Mêrdînê kir ku tevlî çalakiyên 8'ê Arê bibin.
 
Li Mêrdînê amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jin a Cîhanê dest pê kirin. Li her çar aliyên Herêmê û li Tirkiyeyê wê jin li qadan bin.  Starta bernameyên 8’ê Adarê yên li Mêrdînê wê di 28’ê Sibatê de li Nisêbînê bê dayîn. Endama Meclîsa Jinan a Mêrdînê ya HDP’ê Eylem Amak da zanîn ku wê heta 8’ê Adarê li qadan bin û got wê wek jinên Mêrdînê îsal jî li qadan dengê xwe bilind bikin.
 
'8'ê Adarê ji bo me jinan gelek girîng e'
 
Eylemê daxuyakirin ku îsal bi biryarbûna bidestxistina rêxistinbûn û berxwedana li dijî tunekirina îradeyê wê 8’ê Adarê pêşwazî bikin û got: “8’ê Adarê ji bo jinan gelek girînge. Roja têkoşîna hevpar a jinane.  Rojeke ku jin dibêjin ‘em hene, em azadî û wekheviyê dixwazin, em dixwazin vê cîhanê biguherin’ ne. Em wek meclîsa jinan îsal starta 8’ê Darê li navçeya Nisêbînê didin.”
 
‘Em ê bi berxwedanê hemû astengiyan ji holê rakin’
 
Eylemê ji bo tevlibûna çalakiyan jî bang li jinan kir, got jin bi piştevaniyê dikarin her astengiyê ji holê rakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû desthilatdariyên cîhanê ji têkoşîna jinan ditirsin.  Em wek jin li dijî zîhniyeta serdest a mêr em ê hemû sînorên faşîzan ji holê rakin û li her derê têkoşîna xwe mezin bikin û bimeşin. Li dijî kesên ku ked, nasname, ziman û hebûna me tune dikin bersiva me zelal e. Em ê jin bersiva herî baş bidin. Em dizanin ku ew çawa ji têkoşîna jinan ditirsin. Em jin di piştevaniyê de ne, em ê hemû astengiyan ji holê rakin û cîhanê biguherin. Ji ber vê em bang li hemû jinan dikin ku tevlî çalakiyên 8’ê Adarê bibin.”
 
‘Têkoşîna me têkoşîna azadiyê ye’
 
Eylemê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê li dijî kuştina jinan ya di demên dawî de zêde bûne, dakevin qadan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kuştina jinan her sal her diçe zêde dibin.Tenê di meha Çileyê de nêzî 30 jinî hatin qetilkirin. Têkoşîna me ya herî mezin, têkoşîna azadiya jinê ye. Ji ber vê divê em li dijî kuştina jinan îstîsmara zarokan li kolanan dengê xwe bidin bihîstin. Em bibin yek em ê pêşî li kuştinan bigirin. Heta ku jin bibin yek tu kes nikare li pêş wan bisekine.”