ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2020'AN

  • 09:00 23 Sibat 2020
  • Rojev
* Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hava Kiran û mamosteya MED-DER’ê Ayşe Gulay bi minasebeta 21'ê Sibatê banga parastina zimanê zikmakî kirin û gotin: "Divê zarok bi nirxen xwe mezin bibin, ciwan pêşengiya têkoşîna ziman bikin û jin jî xwedî li zimanê xwe derkevin." DÎMEN HEYE 
 
*Xedîce El-Zeîm ji giyayên xwezayî dermanan amade dike, bi jêhatî û pisporî xebitiye. Xedîcayê dibêjê: "Hemû nexweşên tên ber destê min teqez baş dibin û mala min dermangeha nexweşiyê ye, ji bo wê her kes ji min sûdê dibînê."  DÎMEN HEYE 
 
*Du xwişkên hev Evra û Ayşa ku 5 sal berê ji bi êrîşên DAIŞ’ê ya li hember Sûriyeyê, ji bajarê Helebê koçî Edeneyê kirin, li bazara taxê ya Şakîrpaşa destmalan difroşin û bi vê hewl didin jiyana xwe bidomînin.
 
*Şabîke Keleş  li mala xwe bi çêkirina nexşan pere qezenc kir û piştre jî bi vê qezenca xwe lokanteyek vekir. Şabîkeyê li lokanteyê sê jin anî gel xwe û ji wan re jî qada îstîhdamê ava kir. DÎMEN HEYE
 
* Endama Meclisa Jinan a HDP’a Mêrdînê Eylem Amak der barê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de nirxandin kir û diyar kir ku wê starta xebatan di 28’ê Sibatê de li Nisêbînê bidin û bang li hemû jinên Mêrdînê kir ku tevlî çalakiyên 8'ê Arê bibin. BI DÎMEN
 
*Koçerên ku bi bilindbûna ava Bendava Ilisuyê re ketin riya koçberiyê wiha gotin: “Çi xwestin ji Heskîfê?” Jina bi navê Halîme Koyun jî diyar kir ku malên gelek kesî di binê avê de mane, mexdur bûne û wiha got: “Heskîfeke bêkes ma. Her ku av bilind dibe, her tişt jî tune dibe.” BI DÎMEN