Xizmên Windayan: Dev ji têkoşîna xwe bernadin

  • 15:17 22 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - Xizmên Windayan li Amedê çalakiya xwe li dar xistin û aqûbeta windayên xwe pirsin û gotin: "Tu carî dev jî têkoşîna xwe ya edaletê bernadin."
 
Di hefteya 576’an de Xizmên Windayan û endamên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, di çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li ber avahiya ÎHD'ê çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku hatine winda kirin hatin  hilgirtin. Serokê ÎHD’ê yê Amedê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku heta ku winda neyên dîtin ew ê dev ji têkoşîna edaletê bernedin.
 
Piştî axaftina Abdullah endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçîn axivî û aqûbeta malbata Sûryan Hûrmûz û Şîmonî Dîrîl ên ku li navçeya Bêytuşebab a Şernexê ku 42 roj in agahî jê nayê sitandin pirsî.
 
Hasan, da zanîn ku 1’ê Sibatê di sala 1994’an de li navçeya Cizîrê ya Şernex’ê Kemal Mubarîz û birayê wî Omer Mubarîz ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û got: "Leşkeran ji malbatê re gotin ku ger pere bidin ew ê wan berdin. Di 19'ê mijdarê sala 2009’an de der barê bûyerê de lêpirsîn hat vekirin lê hêja jî encamek nehatiye bidest xistin û got ku heta ku kujer neyên darizandin ew ê dev jî lêgerînê bernedin."
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.