Komîteya Jineolojî ya Lêkolînan li ser pirsgirêkên malbatan disekine

  • 14:46 22 Sibat 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Komîteya Jineolojî a Lêkolînan a herêma Firatê bi armanca çareserkirina pisgirêkên di nava malbatan dest bi rêzecivînan kirin û di civînan de malbat qala pirsgirêkên xwe dikin, li ser çareseriyê disekinin. 
 
Komîteya Jineolojî ya Lêkolînan a herêma Firatê ji bo pisgirêkên di nava malbat de bên çareserkirin bi gel re nîqaş dan destpêkirin. Nîqaş li ser asta herêmêye, di demên pêş de wê derbasî nava pêkhateyên Ereb jî bibin û pisgirêkên wan jî guhdar bikin û hewl bidin ku çareser bikin. Niqaş li dibistana gundê Pêndir a girêdayî navçeya Qinê ya Kobanê dest pê kir. Di niqaşê de bi dehan jin, ciwan û mêr beşdar bûn û her kesî pirsgirêkên malbatên xwe anî ziman.  
 
Endama Komîteya Jineolojî a Lêkolînan a herêma Firatê Dîrok Qehreman axivî û balkişand li ser malbata demokratîk û wiha pê de çû: "Em weke komîteya Jineolojî armanca me ji van nîqaşan ew e ku em hemû malbat pisgirêkên xwe bînin ziman û çareseriya wê çiye, ferq û cudahî di nava malbatên Kobanê de zehmetiyên ku malbat dibîne çine. Pêwîstiya malbatê bi çi heye, pisgirêkên derdikevin holê em ê çawa çareserbikin? Çima zarokan dizewice dema ku dizewice çi bi xwe re tîne? Pêwista malbat van pirsana li xwe bike û bi bersiva xwe bi xwe bide."
 
Piştî axaftina Dîrokê beşdaran nêrînên xwe anîn ziman, xalên ku anîn ziman bandora teknolojiya li ser ciwanan, zewaca zarokan û pisgirêkên herdu zayendan de hatin nîqaş kirin. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku komîteya Jineolojî wê li gelek tax, komîn, meclîs, navçe û navenda bajar wê nîqaş bi malbatan re bikin. Ev projeya Jineolojî ji bo malbat bê sînor vekiriye. Piştî ku nîqaş bên xilaskirin wê ev nîqaş hemû bên nivîsandin û paşê bixin biroşur û bên belavkirin. Her malbat hejmara zarokan, yên zewicî, berdayî, nexweşiyên wan weke lîste derxin û li gor wê pirs bên pirsîn. Her wiha nîqaş bi malbatan an bi gel re berdewam bike.