Konferansa Platforma Zimanê Kurdî dest pê kir

  • 12:20 22 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - Konferansa Platforma Zimanê Kurdî bi dirûşma “Zimanê me nasnameya me ye, zimanê me hebûna me ye” li Amedê dest pê kir. Di konferansê de mijarên wekî; ziman û perwerde, ziman û gel, ziman û fermiyet, ziman û ronahî dê bên nîqaş kirin.  
 
Konferansa Platforma Zimanê Kurdî, bi dirûşmeya “Zimanê me nasnameya me ye, zimanê me hebûna me ye” li oteleke navçeya Sûr a Amedê dest pê kir. Konferans di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê hat lidarxistin. Pêkhateyên Platformê Ziman Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Platforma Demokratîk a Kurd (PDK-Bakûr) û Partiya Azadî beşdarî konferansê bûn. Di heman demê de nûnerên rêxistinên civaka sivîl, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratî (KCD) Berdan Ozturk û Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr jî tevlî konferansê bûn. 
 
Pankarta “Zimanê me nasnameya me ye, zimanê me hebûna me ye” bi salona konferansê ve hat kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê konferansê dest pê kir. Axaftina vekirinê ya konferansê Berdevkê Platforma Zimanê Kurd Şerefxan Cizîrî kir û bal kişand ser girîngiya xebatên ziman û got: “Her pêngavên şênber ên bên avêtin, wê ji bo pêşeroja kurdî xwedî girîngiyek pir mezin be."
 
Di dewama konferansê de, Rêveberê DBP’ê yê Amedê Hayrettîn Altûn wê mijara “Ziman û Perwerdê”, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîtfyurek wê “Ziman û Gel”, Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî wê “Ziman û Ronahî”, Ji PSK’ê Hasan Dagtekîn jî wê “Ziman û Fermiyet” pêşkêş bike.