Nişmiye Hisên: Gelo em ê berê xwe bidin li ku

  • 11:49 22 Sibat 2020
  • Rojane
HESEKÊ- Nişmiye Hisên ji ber topbaranê neçar ma ku gundê xwe terk bike û biçe cihên bi ewle. Nişmiye got: "Ji ber topebaranê em nizanin em berê xwe bidin li ku."
 
Piştî ku gundê Um El-Kêf û derdora navçeya Til Temirê hatin bombekirin, gundiyan ji bo xwe biparêzin ji gund derketin. Jiyana sivîlên gundê Um El-Kêfê niha di xeteriyê de ye. Jina bi navê Nişmiye Hisên neçar ma ku bi zarokên xwe re gundê xwe terk bike. 
 
Nişmiye diyar kir ku ji bo ewlehiya zarokên xwe gund terk kiriye û got: "Ji bo zarokên min birîndar nebin ez bi çolan ketim. Li vir sivîl hedef tên girtin. Ev tişt sûcê şer e. Em nizanin ku em berê xwe bidin li ku. Ji ber ku em li çolê dimînin zarokên min nexweş ketin. Heta kengî em ê koçber bibin."