'Perwerde avakirina kesayetek azad û civakek bi zana ye'
- 09:22 22 Sibat 2020
- Rojane
Tolîn Elî
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku tevlî perwerdeya Kongreya Star a Efrînê bûne axivîn û diyar kirin ku ew ji perwerdeyê sûd werdigirin û gotin: "Mirov xwe bi rêya perwerde nasdike."
Bi pêşengiya Kongreya Star a Efrînê ev çar dewreya perwerdeya birdozî ji jinên Efrînê re tê organîzekirin. Herî dawî di 21'ê çileyê de dewreya şehîd Amara Kobanê vekiribûn û 28 endamên jin ên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Efrînê beşdarî perwerdeya birdozî bûn. Di perwerdeya birdoziyê de waneyên 'Dîroka Kurdistanê, civaka xwezayî, netewa demokratîk, dîroka jin, çand û exlaq, parastina rewa, rexne, rexnedayîn û welatparêzî' hat dayîn. Her wiha piştî perwerdeyê danê êvarîn jî semîner û têkîldarê perwerde sînevîzyon dihat dayîn. Jinên ku beşdarî perwerdeya birdozî bibûn axivîn û nêrînên xwe parvekirin.
'Me encamên baş ji perwerdeyê girtin'
Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Kongreya Star, Nazliye Mihemed li ser girîngiya perwerdeyê axivî û wiha domand: "Di perwerdeya birdoziyê de mirov dikare gelek sûd jê bigire û weke bingeh di civakê de bi karbîne. Me encamên baş ji perwerde û waneyên ku me dîtine girtin. Em ji axa xwe koçber bûn, ruxmê wê jî xwesteka me ya perwerde û zanekirinê heye. Em wek jin xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde dikin. Soza me ji bo azadî û serkeftinê her nû ye û em tu caran li ser xeta Rêbertî û şehîdan venagerin."
'Mirov bi rêya perwerdeyê xizmeta civaka xwe dike'
Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Ehdas a Şehbayê, Gulê Mihemed diyar kir ku perwerde ji nan û av girîngtire û wiha pê de çû: "Mirov çiqas xwe perwerde bike ewqas zane dibe, ji bo wê perwerde ji nan û av girîngtire. Mirov bi rêya perwerdeyê xwe pêş dixîne û xizmeta civaka xwe dike. Me di dewreya perwerdeyê de bi ruhek hevaltî û komînal perwerdeya xwe bi dawî kir. Erka me ew e ku me sûdên ku ji perwerde girtiye, li civakê xwe belav bikin û civakê bi rêve bibin."
'Perwerde avakirina kesayetek azad e'
Sebah Mihemed jî tevlî perwerdeya birdozî bibû axivî û wiha got: "Perwerde ji bo guhertin û veguhertina kesayet gelek girîng e. Em bi xwesteka xwe tevlî perwerdeyê bûn û me gelek sûd jî wergirt. Em ê hewil bidin sûdên ku me ji perwerdeya birdozî girtiye di nava civaka xwe de pratîk bikin. Perwerde avakirina kesayetek azad û civakek bi zana ye."