'Hewl didin xwendekaran tespît bikin û sîxurtiyê ferz bikin'

  • 09:15 22 Sibat 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Xwendekarên Zanîngeha Artukluyê diyar kirin ku ji aliyê ewlehiya zanîngehê ve di bin navê ‘sohbetê’ de rastî acîzê tên, îdiakirin ku ewlehî ji bo hinek xwendekaran dibêje ‘Di polê de kesên bi mamosteyan re siyasetê diaxivin ji me re bêjin. Hûnê ji ezmûnan derbas bikin. Hûnê bê pere di yurdê de bimînin.’
 
Hat îdiakirin ku li zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê hinek peywirdarên ewlehiyê ji hinek xwendekarna re dibêjin ‘Di polê de kesên bi mamosteyan re siyasetê diaxivin ji me re bêjin. Hûnê ji ezmûnan derbas bikin. Hûnê bê pere di yurdê de bimînin’.
 
Xwendekaran destnîşan kir ku berê jî di konên di çarçoveya xebatên li kampusê de hatibûn avakirin de polîsan di bin navê sohbetê heman pirs pirsîne û niha jî peywirdarê ewlehiyê vê pêkanînê dikin.
 
Li zanîngeha ku berê jî bi afîşên zayendperest yên li kantînan hatibûn daliqandin hat rojevê, xwendekaran îdiakiribûn ku rastî ferqakirina pêkanîna îxbarî û sîxurtiyê hatine. Li kampusê gelek nokteyên ewlehiyê hene û her tim xwendekar di bin şopandinê ne.
 
Ji xwendekran S.T da zanîn ku gelek xwendekar rastî van pêkanînan tên û got: “Berê polîsan ev kar dikir. Niha ewlehî dike. Xwendekaran dikşînin aliyekî dibêjin ‘kî çi dike’. Di rojên borî de ji min re gotin ‘Agahiyan binin ji min re, ez pereyê yurdê ji te negirim.’ Ji xwendekarên din re jî gotin e ‘ yên siyasetê dikin ji me re bêjin’.”
Xwendekarek din Î.M jî got zextên li yurdê her diçin zêde dibin û got: “Ji xwendekaran re dibêjin ‘hûn nav bidin me em ê her tiştî bikin.’ Hewl didin xwendekaran tespît bikin û sîxurtiyê ferz bikin. Ev rewş me hemûyan nerehet dike.”