Tora Parastina Jinan ji bo 8’ê Adarê xwe amade dike

  • 09:13 22 Sibat 2020
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Endamên Tora Parastina Jinan bi dirûşma ‘Em jiyanê ji nûve ava bikin’ ji bo 8’ê Adarê xwe amade dikin û wê gelek bernameyan jî pêk bînin. Buse Uçer bang li jinan kir ku dakevin qadan û got: “Em ji bo heqîqetê derxin holê tên. Wek di ya Las Tesîsê de, wê bibe pêvajoya teşîrkirina gumanbaran.”
 
Endamên Tora Parastina Jinan îsal bi dirûşmeya ‘Em jiyanê ji nûve ava bikin’ xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin. Ji Torê Buse Uçer der barê plansaziya 8’ê Adarê de axivî û diyar kir ku bi jinan re hatine cem hev û gelek xebat meşandine û wiha got: “Me kampanya xwe ya 25’ê Mijdarê bi dirûşmeya ‘em dixwazin bidin jiyîn’ rêxistin kiribû. Derdê me ne tenê bîhngirtine. Em dixwazin ku li her qadê bêjin ku em dixwazin jiyaneke nû ava bikin.”
 
‘Em dixwazin grevek mezin a femînîst bi rêxistin bikin’
 
Buseyê destnîşan kir ku bi nêzîkbûna 8’ê Adarê re ji bo şîdet û kuştinên jinan bidawî bibin çalakiyên xwe didomînin û got îsal jî buroşurên ku Peymana Stenbolê, qanûna 6284 vedibêje, jin li dijî şîdetê dikarin xwe çawa biparêzin belavkirine û got: “Di vê pêvajoya em ji bo çalakiya 8’ê Adarê xwe amade dikin de em dixwazin jinan di bernameyên xwe yên Mor Mekan de bînin cem hev. Bi mijara ‘mafên jinan çi ne?’ bi hevalên parêzer re wê perwerdehiya me hebe. Me lihev kiriye. Ji ekolojiyê heta xebatên jinan me kom ava kirin. Li ser van komên xebatên em li Mor Mekan nîqaşên grevek mezin a femînîst dikin. Em bi greva femînîst tên. Belkî em îsal berfireh nikarin xwe rêxistin bikin lê di 2021’ê de bila her kes bipê, daxwaza me ya rêxistinkirina greveke mezin a femîst heye.”
 
‘Jin wê piştperdeyan ji holê rabike’
 
Buseyê daxuyakirin ku jinan bi têkoşîna xwe, polîtîkayên AKP’ê şûnde xistiye, bi darazê şûnde gav daye avêtin û têkoşîna jinan a di doza Şule Çet de mînak da û got: “Bûyerên Rabîa Naz û Gulîstan Doku heye. Ev bûyer nezelal in. Em jin ji bo van piştperdeyan rabikin tên. Em ji bo heqîqetê derbixin tên.”
 
‘Em banga meş û mîtîngê dikin’
 
Buseyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê li her derê Tirkiyeyê jin teqez biçin çalakiyên 8’ê Adarê û got: “Em ê li Enqereyê di 8’ê Adarê de bi Platforma Jinan a Enqereyê re meşekê pêk bînin. Ji Kolejê heta Kolana Sakaryayê wê meş pêk bê û saet di 14.00’an de wê dest pê bike û li Qada Sakaryayê jî wê mîtîng pêk bê. Em jinan dipên Mor Kena û nîqaşên meşa şevê ya femînîstan.”